Bi dewlemendîya xwe ya dîrokî gundê Zêlîyê

Bi dewlemendîya xwe ya dîrokî gundê Zêlîyê

Gundê Zêlîya (Ûlaşa) navçeya Gercewsa Elihê bi dewlemendîya xwe ya dîrokî û bi avahiyên li hember salên dûvedirêj li ber xwe daye bal dikşîne.

Ger dîroka gundê Zêlîya navçeya Gercewsa Elihê neyê zanîn jî bi avahiyên xwe yên dîrokî piştî salên dûvidirêj hêj wek îro sexlam mane ku ev yek jî balan dikşîne li ser xwe. Li gundê ku 15 kîlometreyan ji navenda navçê dûr e û 72 xaneyî ye tev de 300 kes dijîn.

Gercews di 30ê Gulana 1926an de bû navçe û di 16ê Gulana 1990an de bi bajarê Êlihê ve hat girêdan. Tê îfadekirin ku Gercews navê xwe ji wateya navê memleketê gûzan digre. Gundên mîna Hisarê, Kefrê, Qirqatê û Êrdê yên ku dîroka wan dighêje salên dirêj jî girêdaye bi ser navçeya Gercewsê ne.

Li gundê Zêlîyê , pir mal û şûnwarên dîrokî hindik mane tune bibin. Gundîyen ku bi salane li vî gundî dijîn behs û qala dîrok û avahiyên gund kirin. Ji îxtîyarên gund Hecî Elîyê mala Xalo, ji nûçegihanê ÎLKHA yê re peyîvî û got: “Ev dever berê zozan bûn. Gundên derdorê ajalên xwe lê xwedî dikirin. Ava kanîka Osê ev nîrek e ku ava wê wek qeşê ye û hin jî ava wê wûsa ye. Kesên diçûn zîyareta tirba Seyyîd Bîlal li vir ango li ser Kanîka Osê warê xwe datanîn. Deşta gund berê ne wûsa bû, tev baxçê fêkîyan bûn û hemû cûrên fêkîyan lê hebûn.”   

Elî Genç, behs û qala çîroka avakirina gund a ku ji bav û kalan de hatiye kir, û weha got: “Tê gotin ku sextekarekî li vir seyda kewa dikir. Dinhêre ev der pir xweş in, kanîyê wê hene dixwaze hin kesan pixapîne. Digel ku ev der ne malên wî bûn jî çû çar gundên ji hev cûda û xwest ku van gundan bifroşe. 3 gundên bi navê  Helexê, Kevîrzê û Kevsûrkê yên girêdaye Mîdyata navçeya Mêrdînê firot gundê Haskalêya Hezexa navçeya Şirnexê û paşê ji holê wenda bû. Rojek Înê gundîyên gund kirîbûn dema hatin herêmê fêhm kirin ku hatine xapandin. Tev gundîyên derdorên bûn, ji ber vê yekê hevdû nas dikirin û ne wek însanên a niha bûn, ne ezperest bûn. Ji bo alozî derneyê li gor perê ku dabûn  herêmê di nav xwe de  parve kirin û lihev kirin.”

Genç di berdewama axavtina xwe de diyar kir van kesan gund ji nû ve ava kirine û dû re wiha li axaftina xwe zêde kir: “Eşîra mala Elî pêşîvaniya gund kirin. Di salên paşê de partîzanî ket nava gund. Ji bo muxtariyê eşîrek din jî bû namzet. Sofî Husênê Eşîra Mala Elî însanekî pir adil bû û bi salan muxtariya gund, bê pere kir. Heta PKK ket deverê jî reveberîya gundê Zêlîyê di destê wan de bû. Dema PKK derket ji muxtaran hez nedikirin. Telefona tu kesî tunebû, tenê têlsiza muxtar hebû. Di dema muxtariya Hecî Ahmet Aslan de gelek xizmet ji gund re hat kirin. Şevekê PKKyî hatin gund û muxtar nedîtin, wan jî têlên têlsizê birîn û birin û piştî wê li gund rageşî derket.”

“Di çêkirina malên dîrokî de nêzî 2 ton kirêca siriştî dihat bikaranîn”   

Genç di warê çêkirina malên dirokî de jî agahî da û wiha got:  “Heta niha malên gund bi kevir û kirêcê dihatin avakirin. Temamê malên me tev ê berê ne. Demên berê însan ji hevre dibûn alîkar. Berê kar bi pera nedihat kirin. Dema xaniyek ava biba tev ji dil dixebitîn. Xanî bi kirêca siriştî, axa spî ya ji hetûna dihat derxistin û pê xanî dihat çêkirin. Ji bo ev kar bên kirin gundiyan tev alîkariya hev dikirin. Berê, ji zivistanî pê ve amadehiyên çêkirina xanîya dihat kirin. Kevirên ku dê pê xanî bê avakirin dihatin kişandin. Kirêca ku me, ji bo malekê dişewitand nêzî 2 tonan bû.”

Bingeha xanî heta rastî zinarekî mezin nehata dihat kolan”

Derbarê avakirina malên gund de jî Genç, agahî da û weha pede çû: “Dema bihar dihat, bingeha xaniyan, heta rastî zinarekî mezin bihata me dikolan. Lê belê îro hesin û beton dikin temelê xanîyan. Dema lêkirina xaniya biqediya ji bo ser xanî, ji dara spîndarê sitûn dihat çêkirin û bi vî awayî ser wan dihat girtin.” 

“Ciwanan gund terk kirin, em îxtîyar li gund man”

Genç, derbarê jiyana rojane de jî agahî da û weha got: “Berê li her derê rezê tirî hebû Ji ber kesên ku ji gund çûn bajêr êdî kes rezvaniyê nakin. Berê dema gundîyeki mewîjê xwe bifrota nêzî 3-4 ton difrotin. Zemanê berê bereket pir bû. Însanên berê zêdetir li rezan xwedî derdiketin. Ciwanê vî zemanî gund terk kirin, em wek îxtîyar tenê  mane. Malbata min 15 kes bû û me debara xwe bi milkê xwe dikir. Berê kes bi tu awayî nediçûn karê derve. Me qîzê xwe ji bo kar nedişandin tu derê. Erd û rezên me hebûn. Anha ez îxtîyar im, malbata min jî nexweş e û lawê min  jî karbes e. Lawê min ne li vir e, lê belê li vir be jî nikare tu karî bike. Ez karê xwe bi pera didim kirin. Wexta bênderan jî ez bêndera xwe bi nêvî didim.”     

“Dewran zîvirî, dinya guherî “

Ji ehle gund Huseyîn Kaya jî  derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wiha got: “ Gundê me bi kaniyê xwe navdar e. Gundên derdorê ajalên xwe tînîn gundê me av didin. Ji xêndî avê jî berê darên me jî pir bûn, siya daran jî dihat bikaranîn. Zemanê berê gund bi rezan bû. Anha ew jî tune ye. Ji ber kes tuneye guh bidin rezan, gelek rez hişk bûn. Zemanê berê rez li ciyê zinar dihat çandin. Erdên rast jî bi awayên din dihat bikaranîn. Îro rezê zinaran tev hişk bûne. Berê me heta gundê derdorê çandinî dikir. Îro di gund  de çend kesên jimartî çandiniyê dike. Dewran zîvirî, dinya guherî. Berê gundê me tev dar û şênkayî bû, îro tev hişk dibin. Cîyê gundê me pir xweş e, lê belê kesê wek berê bixebitin nemene.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/10193/bi-dewlemendya-xwe-ya-drok-gund-zly 


Ê Berê Ger Hz. Huseyîn ji Yezîd re bîat kiribana ew ê îro ji zaliman re deng nehatibana derxistin
Ê Li Pey “Temamê berpirsên qetlîama 6-7ê Cotmehê nehatine cezakirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.