Di 3yemîn salvegera şehadeta Yasîn û hevalên wî de qala wehşeta 6-8ê Cotmehê hat kirin

Di 3yemîn salvegera şehadeta Yasîn û hevalên wî de qala wehşeta 6-8ê Cotmehê hat kirin

Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmhê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane û wehşiyane hatin qetilkirin bi panela ku li Diyarbekirê ji teref Cemiyeta Mustezafan hat tertîpkirin hatin bîranîn.

Ji teref Cemiyeta Mustezafan a Şaxa Diyarbekirê ve  ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmhê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane û wehşiyane hatin qetilkirin   panelek hat tertîpkirin. Di panela ku hat tertîpkirin de qala dîroka bi xwîn û îxmalên dewletê yên di êrîşên 6-8ê Cotmehê de hatin kirin.

Di destpêka panelê de ji teref Endamê Lijneya Birêveberiya Şaxa Diyarbekirê yê Cemiyeta Mustezafan Uzeyîr Yuva ve axavtinek hat kirin. Yuva di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir êrîş bi banga derketina kolanan ya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş  dest pê kirine. Yuva her wisa diyar kir divê kesên ku êrîşan danepêkirin jî bên darizandin.

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk di panelê de qala bingeha zihniyeta PKKê û dijmintiya wî ya li hember Îslamê kir û dû re wiha got: “ PKK ji roja ku hatiye damezrandin vir ve her tim zirarê daye xelkê. Ji bilî vê rayedarên hikûmetê qala Yasîn Börü û hevalên wî dikin ku ev yek samîmî û pêbawer nîne.”

Piştî xeberdana Omer Çelîk, Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikilu qala pêvajoya bûyerên 6-8ê Cotmehê û şiklê cîgirtina bûyeran a di çapemeniyê de kir. Tanrikulu di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir beriya wehşeta ku di 6-8ê Cotmehê de hat kirin bi rêya medyayê  ji van êrîşan re zemîn hatiye amadekirin û dû re wiha got: “ Dema ku dîtin di warê siyasî de bo wan reqîbeke ciddî heye, êdî bi rêya medyayê dest bi bêbextî û îftîrayan kirin.

Mehmet Karadağê Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan jî di panelê de qala îhmalên birêveberên mehelî kir û wiha got: “ Meqamên îdarî  bi zanebûn  pasÎf hereket kirine û bûne sedem ku bûyer mezin bibin. Eqleke dewletê ya ku bo xatirê pêvajoya çareseriyê rê li ber rêxistinê vedike û çavên xwe ji qetlîaman re çavê xwe miç dike çênabe.”

Di dawiya panelê de parêzerên naskiriyên maqtulan Hasan Bozdaş jî qala xeletiyên ku di dema pêvajoya darizandinê de hatine kirin kir û diyar kir divê kesên ku êrîşan pêdanakirin jî bên darizandin.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/10207/di-3yemn-salvegera-sehadeta-yasn-hevaln-w-de-qala-wehseta-6-8-cotmeh-hat-kirin 


Ê Berê Di sala sêyemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê
Ê Li Pey “Ew ê Îslam her tim li ser van axan hebe”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.