Serokê Giştî yê Partiya Cemaata Îslamî Ahmad hat binçavkirin

Serokê Giştî yê Partiya Cemaata Îslamî Ahmad hat binçavkirin

Li Bangledeşê Serokê Giştî yê Partiya Cemaata Îslamî Maqbûl Ahmad hat binçavkirin.

Hat ragihandin li Bangledeşê Serokê Giştî yê Partiya Cemaata Îslamî  Maqbûl Ahmad jî di nav de tev de 9 birêveberên partiyê hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatin wergertin di seat 21.00an de li Taxa Uttaraya Dakkayê li ser malekê de hat girtin.

Di operasyona ku li malê hat kirin de Serokê Giştî yê Partiya Cemaata Îslamî  Maqbûl Ahmad, arîkarê serokê giştî Golam Parwar û sekreterê giştî Dr. Shafîkur Rahman jî di nav de tev de 9 birêveberên partiyê hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin hatin birin buroya Şubeya Dedektîftî ya li bajêr.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10214/serok-gist-y-partiya-cemaata-slam-ahmad-hat-bincavkirin 


Ê Berê Tetbîqata li habûrê
Ê Li Pey "Bêyî danîna tu şert û mercan em bo gûftegoyê amade ne"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.