Bo wan jiyana gund ji ya bajêr xweştir e

Bo wan jiyana gund ji ya bajêr xweştir e

Şêniyên taxa Karakuyuya li navenda Diyarbekira ku her roja ku derbas dibe nufûsa wê zêde dibe û dibe wek metropelekê hêj jiyana xwe ya gundewarî didomînin.

Taxa Karakuyuyê ya bi 100 xaneyî li navenda Kayapinara Diyarbekirê dimîne, şêniyên taxê ji jiyana gundewarî razî ne û jiyana gund ji ya bajêr bo wan xweştir e.

Şêniyên taxê yên ku hewil didin di herema ku bajêrvaniyê derdora wan dorpêçkiriye de bijîn diyar kirin ew ji jiyana xwe ya gund razî ne. Li taxa ku tê dîtin derdora wê bi avahiyên bilind hatiye dorpêçkirin hinek şênî bi xwedîkirina heywanan û hinke ji wan jî bi xebata ku li bajêr dikin hewil didin debara xwe bikin.

Şêniyê bi navê Newzat Tekînê ku diyar kir ji jiyana bajêr a gund jê re xweştir e derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gund dikana min a xurdayan heye, ez li vê derê dixebitim. Dema ku dibe sibeh ê ku karê wî hebe diçe karê xwe û kesên ku heywanên wan hebe êm didin heywanên xwe. 2-3 çêlekên me hene. Gund bi me xweştir e. Em hez ji jiyana xwe bajêr nakin. Digel ku avahî 12-13 qetî bin jî ne gund be em nikarin bijîn. Em hez ji jiyana xwe gund dikin. Di bajêr de ne cîrantî û ne jî tiştekî din heye.”

Kesê bi navê Mezlûm Şeker jî diyar kir jiyana gund ji ya bajêr xweştir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha li vê derê jiyana gund xweştir bû. Li van derdoran avahî tunebûn. Dû re hatin çêkirin û gund biçûk bû. Derdora gund û bajêr xera bû. Ji ber ku em hez ji gund dikin em naçin bajêr. Li hev pirsîna naskiriyan li gund çêtir e .Dema ku em diçûn bajêr ev yek namîne.”

Dawud Akçilê ku diyar kir ew ev 40 sal in ku li gund dijîn derbarê mijarê de wiha axivî: “ Em ji jiyana xwe ya li gund memnun in. Lê belê mişkîleyên me yên mîna binêsazî, rê û çopê heye. Dema ku zêc û zaro diçin mektebê di nav heriyê de dimînin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10215/bo-wan-jiyana-gund-ji-ya-bajr-xwestir-e 


Ê Berê "Bêyî danîna tu şert û mercan em bo gûftegoyê amade ne"
Ê Li Pey “Lazim e Misilman li hember zilmê bibin yek wicûd”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.