Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrar ji Mislimanên Arakanî re alîkariya tenduristiyê kirin

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrar ji Mislimanên Arakanî re alîkariya tenduristiyê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî re alîkariya tenduristiyê kirin.

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa M yanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkariya tenduristiyê kirin. Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê 500 hezaran derbas kiriye. Ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co’x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ve alîkariya tenduristiyê hat kirin. Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku ev demek dirêj e bo Mislimanên Arakanî alîkariya erzaqan dabû destpêkirin. Her di saziyên navneteweyî vê carê jî bo Mislimanan Arakanî alîkariya tenduristiyê da destpêkirin. Li gor daxuyaniyên ku ji teref rayedarên tenduristiyê yên Bangledeşê ve hatine dayîn ji Mislimanên Arakanî yên ku derbasî Bangledeşê bûne 42 hezar û 541 kesên ku zarok in rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.(ÎLKHA)


Ê Berê Miftiyê Dîyarbekir Îşliyen ji bo qursên Quranê bangî rayedar û dê û bavan kir
Ê Li Pey Di êrîşa bombeyî ya li Somaliyê de hejmara kesên ku mirin derkete 231 kesî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.