“Di warê peymana nukleer de kirina gotûbêjên nû ne mimkun e”

“Di warê peymana nukleer de kirina gotûbêjên nû ne mimkun e”

Alî Ekber Welayetiyê Şewirmendê Polîtîqaya Derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê derheqê gotinên Donald Trump ên derbarê Îranê de daxuyanî da û nirxandinan kir.

Alî Ekber Welayetiyê ku Serokê Lêkolîna Stratejîk ê Konseya  Teşhîsê yê Mesleheta Nîzama Îslamê û Şewirmendê Polîtîqaya Derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Hamaney ne derheqê gotinên Donald Trump ên derbarê Îranê de daxuyanî da û nirxandinan kir. Welayetî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Îran bo pergalên xwe yên parastinê ji tu kesên din destûrê nastîne û gotina vê yekê nayê qebûlkirin. Welayetî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka bi xwe ji wan welatên 5+1 e ku îmze avêtiye peymana nukleerê. Divê ew welatên ku îmze avêtine li ser sozên xwe bin. Cardin ji ber çavan derbaskirin an jî gotûbêjkirina peymana nukleerê ne mimkûn e. Ew ê tu carî peymaneke nû di warê nukleerê de çênebe.”(ÎLKHA)

: http://ku.ilkha.com/haber/10290/di-war-peymana-nukleer-de-kirina-gotbjn-n-ne-mimkun-e 


Ê Berê Her sal li dinyayê bi milyonan ton erzaq tê îsrafkirin
Ê Li Pey “Divê ji Sûrî îbret were girtin û demildest lihevxistin bên bidawîkirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.