“Divê ji Sûrî îbret were girtin û demildest lihevxistin bên bidawîkirin”

“Divê ji Sûrî îbret were girtin û demildest lihevxistin bên bidawîkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioğlû derbarê geşedanên ku li Kerkûkê diqewimin de destnîşan kir ku lazim e pirsgirêk, bi muzakerê were çareserkirin û divê ji mijara Sûrî îbret were girtin û demildest lihevxistin bên bidawîkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioğlû derbarê geşedanên ku li Kerkûka bajarê Iraqê diqewimin de ji ÎLKHAyê re nirxandinên girîng kir. Yapicioğlû îfade kir ku li herêmê pirsgirêk hene û çareserkirina van pirsgirêkan divê tenê bi muzakereyan were çareserkirin û ji mijara Sûrî îbret were girtin û demildest vev lihevxistinan bên bidawîkirin.      

Yapicioğlû bal kişand ser pevçûnan û got fêda tu kesî di pevçûnan de tuneye û lazime demildest lihevxistin bên bidawîkirin û divê Tirkiye ji pevçûnanre nebe alî û navbeynkariyê bike.   

Yapicipoglu diyar kir diviyabû di sala 2007an de referandûmek bê kirin ka ew ê Kerkuk bi kû ve bê girêdadan, lê belê ev yek nehat kirin û ev yek bû sedema herî mezin a problemên îro. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bê guman dirûma Kerkûkê wekî di qanûna esasî ya Iraqê de jî heye ji ber tewra wê ya mezhebî û qewmî ji deverên din cudaye. Lewra li Kerkûkê hem Tirkmen, Ereb û Kurd dijîn. Hejmara nifûsa wê ji nêvî zêdetir Kurd in. Wek Tirkiye îdîa dike dibe ku demekê Tirkmen zêdebûn. Li gor qanûna bingehî ya Iraqê, Kerkuk û hin deverên sitatuya wan bi nîqaş hene. Li gor qanûna bingehî ya Iraqê ya 2005an sitatuya wan nehatiye eşkerekirin. Di sala 2007an de ji bo ku sitatuya Kerkûkê bê eşkerekirin xwestin referandûm bê çêbikin, bê ka Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan an bi Hikumeta Iraqê ya Navendî ve bê girêdan, lê belê ev referandûm nehat çêkirin. Ez difikirim ku di bingeha van bûyeran de ew referandûma heye.”

“Kerkuk xwediyê statuyeke taybet e”

Yapicioğlû da zanîn ku Kerkuk xwediyê statuyeke taybet e û axaftina xwe wisa domand: “Kerkûk ne di qontrola Hikumeta Navendî ne jî di bin qontrola Erbîlê de ye. Niha Kerkuk xwediyê statuyeke taybet e. Wek min got ger li Kerkûkê di sala 2007an de referandûm hatiba çêkirin xelkê Kerkûkê wê biryara xwe dabûna. Niha li Kerkûkê  meclîsa bajêr heye û li Kerkûkê waliyêk heye. Gerçî Hikumeta merkezî ew ji wezîfeyê dûr xist lê  wî ev qebûl nekir û destnîşan kir ku ev qirara li dijî qanûna bingehî ye û got ez vê qirarê nasnakim û li ser wezîfa xwe me. Di encama van tevan de di 25 Îlonê de referandûm hat çêkirin û hikumeta Erbîlê li wan deverên bi nîqaş wek Kerkûk, Mûsûl, Diyala û hinek navçeyan jî sindok danî û ji gel pirsîn ku hûn di warê mijara Kurdistana serbixwe de çi difikirin? Belkî piştî veya  pirsgirêk hê zêde mezin bû. Di encama van tevan de 3-4 roj berê hikumeta Bexdayê ji Erbîlê xest di 2 rojan da pêşmergeyên xwe ji Kerkûkê vekşînin. Do roja sisiyan  temam bû û pevçûnan destpêkir.”

“Tu pirsgirêk bi sîleh û lihevxistinê çareser nabe”

Yapicioğlû hişyarî da û got: “Pirsgirêk bi sîleh û lihevxistinê çareser nabe û axaftina xwe wisa dewam kir: “Ji wexta qerara referandûn hat sitendin me her tim ev got: Li herêmê pirsgirêk hene û çareserkirina vanan tenê bi muzakere û diyaloxê ye. Me got pêwist e ev pirsgirêkan bi muzakerêyan bên çareserkirin. Belê li gor qanûna bingehî ya Iraqê bi taybetî li gor maddeya 140î li Kerkûkê referandûm nehatiyê kirin, her kes li gor xwe hin tiştan dibêjin, lê belê di encama van tevan de mitabeqet heye. Ev peyman çiye? Qanûna bingehî ya Iraqê ye. Temamê hêlan wek Ereb, Tirkmen û Kurd li hev rûniştin û ev qanûna esasî çêkirin. Bi rasti ev qanûna esasî wan tevan girêdide. Ev demek dirêj e qanûna esasî tê bin pêkirin. Ev binpêkirina qanûna esasî bi referandûmê nehat destpêkirin, belkî bi texîrkirina referandûma Kerkûkê dest pê kir. Di hin warê din de jî qanûna esasî hat binpêkirin. Li gor qeneata min di warê qanûna esasî ya Iraqê ya nû de çi maf daye kê û çi desthilatî daye kê digel hin nîqaş hebin jî di warê nirxê qanûna esasîde nîqaşên zêde tuneye. ji ber vê yeke heta dirûm rast bibe em dibêjin bila hemî kes li gor qanûna esasî tevbigerin. Em wek HUDA PARê vê bangawaziyê dikin. Tu pirsgirêk bi sîleh û lihevxistinê bê aşîtî hûn nikarin çareser bikin û van pevçunanan pirsgirêka hê zêde dikin. Vaye li ber çavaye şer û pevçûn ne li fêda tû qewmê li wir dijîne, tenê li fêda kesên ezperest û emperyalîst in. Divê ji mijara Sûrî îbret wergirtin û demildest lihevxistin û pevçûn bên bidawîkirin.”

“Divê hemî kes li hember kemînên emperyalistan baldar bin”

Yapicioğlû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ Lîstokên li Sûrî tên lîstin dixwazin li Kerkûkê jî bilêzin, ez naxwazin têkevim  hûrgiliya lê belê ez dikarim vanan bibêjim: Dema li Sûrî alozî derket li hin bajarên Tirkiye bi ser navê dostên Sûrî bi hêzên xerbêre civîn lidarxistin. Niha ka ew dostan Sûrî? Niha dewletên emperyalîst yên xerbê ji hin komên li Sûrî mucadele dikin re bêjin ‘Emê piştgiriya we bikin’ û bêjin hûn mafdar in bila kes ji wan bawer nekin û bi benê wan xwe bera bîrê nedin. Lewra dema îş dikeve zorê dewletên emperyalîst ji holê wenda dibin. Bê guman ew dixwazin fabrîqeyê wan yê sîlahan nesekine. Ew dixwazin bê sekin fabrîqayê wan yê sîlehan bixebite û bifroşin însanên li wir. Li hember vanan dewlemendiyê ser rûyê erdê û bin erdê tevan digrin û dibin. Ev tenê mijara tîcariye… Dibe ku li van deveran tovê fîtneyekê bavêjin, ew bi deh salan belkî bi sedsalan neyê temîzkirin. Li hember van kemînên empreryalîstan divê her kes hişyarbin.”

“Li hember hev pevçûnên mislimanan li herêmê dibe sedemê bicîbûna emperyalîstan”

Yapicioğlû destnîşan kir ku : “Qewmên ku li herêmê dijîn bi tevlî Tirk, Kurd, Ereb, Tikmen û yên din bi gelemperî tev misliman in. Di qanûna bingehî ya Iraqê de tê nivîsandin tu qanûnên li dijî Îslamê nikare wer derxistin. Tirkiye dewleta îslamê ye, dewletên derdorê jî tev dewletên îslamê ne. Ew çax tiştê bê kirin eşkereye. Ger em li gor emr û yasaxê Xweda tevbigerin û her kes bi mafên xwe razî bibe û li gor van tevbigere û ji heqê birayên xwere hurmet bike tu pirsgirêk namîne. Ez ayeta 9an ya Sûretê Hûcûrat bi bîra temamê mislimana û dewletên îslamê dixim. Xwedayê teala emr û ferman dike: “Eger ji mumînan du kom şerê hev bikin, wan li hev bînin û navbera wan îsleh bikin.” Aşitî ya bixêrê. Şer û pevçûnên mislimanan yê li hember hev tû fêda mislimana têde tuneye. Dewletên emperyalîst hê zêde li herêmên me bi cî dibin. Emperyalîst ji rih û can dixwazin herba navxweyî, lihevxistin û pevçûnek fîîlî derkeve û dixwazin herêm wek Sûriye bibe. Kî vê rageşiyê zêde bike an zimanekî nexweşiyê bi kar bîne çi zanibe çi nizanibe ew benzînê li agir dike, ew ji van armancên emperyalîstan re xizmetê dikin.”       

“Navbeynkariya emperyalîstan wê bûyera hê zêde bike”

Yapicioğlû di dawiya axaftina xwe de behsa piştgiriya Wezareta Kar û Barên Derve ya Tirkiye ya ku ji bo Hikumeta Navendî ya Iraqê hatibû kirin  kir û vê  dirûmê nirxand û got: “Tirkiyê dikarî bû, navbeynkariya her dû hêlan bike. Li gor min divê Tirkiye vê siûdê wendaneke. Ger ew jî bibe hêl şansek we ya wanî wî nemîne û wê navbeynkariyê ji yê din re bihêlin. Heger navbeynkariyê dewletên emperyalîst bike ew ê navbera wan hê zêde xera bike bike û bûyeran zêdetir har bikin. (ÎLKHA)


Ê Berê “Di warê peymana nukleer de kirina gotûbêjên nû ne mimkun e”
Ê Li Pey Xwediyê baxçê li keviya rê “selika heqê çavpêketinê” ya ku bi fêkiyan dagirtiye daleqand

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.