Zaroka ku wesayîta bi zirx lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Zaroka ku wesayîta bi zirx lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Zaroka 6 salî ya ku li Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan lê qelibî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin li Kolana Aydinlara Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan li zaroka 6 salî  ya bi navê Felek Batur qelibî, di encama lêqelibînê de Batur jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh wesayîta bi zirx a polêsan a ku li ser kolana Aydinlarê dewriye digeriya  li zaroka bi navê Felek Batur a ku dikir derbasî wî aliyê rê bibe qelibî, di encama lêqlibînê de Felek Batura 6 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Her weke ku tê zanîn di nav vê saleke dawî de li Kerboran, Silopî, Wan, Sêrt, Diyarbekir, Stenbol, Şirnex û cihên hwd ji ber wesayîtên bi zirx tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10318/zaroka-ku-wesayta-bi-zirx-l-qelib-jiyana-xwe-ji-dest-da 


Ê Berê “Zihniyeta ku azanê qedexe kir û zihniyeta ku li dijî mehrbirîna miftiyan e wek hev in”
Ê Li Pey “Birayên me tên parçekirin lê ev yek di rojeva me de tuneye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.