Birayê Bîlal Yararliyê ku ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin çû rehma Xwedê

Birayê Bîlal Yararliyê ku ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin çû rehma Xwedê

XARPÊT - Mucahît Yararliyê ku ev 2 sal e bi nexweşiya qanserê ketiye û birayê Bîlal Yararliyê ku 17 salan di girtîgehê de tê girtin e wefat kir.

Hat ragihandin Mucahît Yararliyê ku ev 2 sal e bi nexweşiya qanserê ketiye û birayê Bîlal Yararliyê ku 17 salan di girtîgehê de tê girtin e li Stenbolê di nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin de wefat kir. Mucahîd Yararliyê ku wefat kir doh li Xarpêtê hat definkirin. Mucahît Yararliyê ku ev nêzî du salan e bi êşa qanserê ketiye ev bû nêzî salekî li Stenbolê dihat tedawîkirin. Yararliyê ku wefat kir doh piştî nimêja nîvro li Camiya Saîd Koç nimêja wî ya cinazê hat edakirin û dû re li Xarpêtê hat definkirin. Hat hînbûn malbata Yararli li Mala Şînê ya Saîd Koç sersaxiyan qebûl dike û ew ê Bîlal Yararli îro dê bo beşdarî taziyeya birayê xwe bibe bê anîn Xarpêtê.(ÎLKHA)


Ê Berê Yetim Dera Ewrûpa ji bo Araqanîyan nêzî 100 bîrên avê vekir
Ê Li Pey Barzanî û Macron li ser telefonê axivîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.