Barzanî û Macron li ser telefonê axivîn

Barzanî û Macron li ser telefonê axivîn

Hewlêr - Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokatiya Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê hatiye weşandin Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn. Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî derheqê geşedanên ku di navbera Herema Kurdistanê û Iraqê hene de agahî daye Serokkomarê Fransayê. Hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomarê Fransayê Macron jî ji ber geşedanî û rageşiyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de fikarên xwe vegot û dû re wiha destnîşan kir: “Divê her du teref sebir bikin û divê pevçûn dernekeve. Bo çareseriyê çareseriya herî baş gotûbêj û muzakere ye." Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat destnîşankirin di warê çareserkirina mişkîleyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de tê hêvîkirin ku Serokkomarê Fransayê hewildanên xwe bidomîne.(ÎLKHA)


Ê Berê Birayê Bîlal Yararliyê ku ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin çû rehma Xwedê
Ê Li Pey Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO Ebrar ji Arakaniyan re alîkariyê kirtasiyê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.