Mizgefta ku berî vê 5 qernan hatiye avakirin hêj ji zilma Fransiziyan re şahîdiyê dike

Mizgefta ku berî vê 5 qernan hatiye avakirin hêj ji zilma Fransiziyan re şahîdiyê dike

ENTAB - Di Herba Yekemîn a Cîhanê de leşkerên Fransizî yên ku bajara Entabê îşxal kirin hema çi tiştên candar û necandar ket ber wan talan kirin û zirar dan derdorê, ev zilm û hovîtiya ku hat kirin hêj xwe di wan camiyên dîrokî yên li Entabê de nîşan didin.

Mizgefta Handan Beg a ku li Taxa Karagoza navçeya Şahînbeya Entabê ye tê diyarkirin di sedsela 16emîn de hatiye avakirin di Yekemîn Herba Cîhanê de di pêvajoya îşxala Entabê ji teref leşkerên Fransizî ve hat talankirin. Dewsên berikên di dîwarên mizgeftê de wê zilm û hovîtiya leşkerên Fransayê dide ber çavan û mizgefta ku nêzî 5 qernan hatiye avakirin ji zilma Fransayê re dibe şahid. Îmamxatîba Mizgefta HandanBeyê derheqê dîrok û şahîdiya camiyê ya li zilma Fransizan da agahiyan da ÎLKHAyê diyar kir Mizgefta Handan Begê li Entabê yek ji wan camiyên xazî camiyek e û mizgeft ji serî heta binî tev dîrok e. “Ev yek delîl e ku Fransiz bi şikleke bêwijdan mabedê ji xwe kirine hedef û lê dane” Acem diyar kir şopên parçeyên şarapnel û berikan ên ku li gelek derên mizgeftê hene delîlên zilma Fransizên îşxalker in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku hûn jî dizanin wê demê Fransiz tên Entabê û wanan top dikin û ji wan dixwazin ku bajêr teslîmî wan bikin. Entabî heta rojekê muhletê ji wan dixwazin û civînekê li dar dixin. Di encama civînê de Entabî biryara teslîmnekirin û berxwedanê didin û dibêjin ‘Em ê heta dawiya noqta xwîna şer bikin û bajêr teslîmî Fransiziyan nekin.’ Fransiziyên ku li semta Duztepeya Entabê bi cî dibin berikên topan davêjin. Berika ewil a topê îsabetî qizîka bi navê Happa dike û hema li wê derê şehîd dikeve. Ji ber vê yekê navê wê li sikakê dikin. Berika duyemîn a topê jî îsabetî dîwara mizgeftê dike. Ev çalikên di stûna reş de şopên parçeyên şarapnalê ne. Dîwar tev de hildiweşe. Ev yek delîl e ku Fransiz bi şikleke bêwijdan mabedê ji xwe kirine hedef û “Hewa manewî ya camiya me cuda ye” Acemê ku diyar kir di camiyên dîrokî de kirine îbadetê hesteke cuda ye û xweştir e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Hewa manewî ya camiya me cuda ye. Me îzahata vê yekê ji gelek kesan guhdar kir. Ji ber ku memleketê me warê Îslamê ye û ji ber ku tu carî serî li ber îşxalê ne tewandiye û ji ber em wek welat û gel li mizgeftan xwedîtiyê dikin mizgefta me ji sedsala 16an vir ve li ser piyan maye. Manewiyata vê derê gelek zêde ye. Lewra tê neqilkirin ku ev der di Herba Entabê de wek goristana şehîdan hatiye bikaranîn. Em hîs dikin ku manewiyata wan şehîdan li ser me heye. Dema k gelek kes tên vê derê derheqê manewîyata vê camiyê de hest û ramanên xwe tînin zimên û diecibînin û li vê derê nimêjên xwe bi hûşitir dikin.” “Dema ku di ser camiyê de digirtin telebe di deriyê paş de direviyan” Acem di berdewama axavtina xwe de diyar kir di heyama komarê de dema esker dihatin telebeên ku di camiyê de dersa Qur’anê distandin di deriyekî de direviyan ku ew derî bi dîwar hatiye girtin. Acem dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev der berê wek derî dihat bikaranîn. Dema ku ez nû hatim vê derê kalên ku dihatin camiyê digotin ku di dema Komereya Tirkiyê de di heyama ku lê Qur’an qedexe bû de li vê derê dersa Qur’anê dihat dayîn. Li vê derê du derî hebûn. Dema ku di ser camiyê de digirtin telebe di deriyê paş de direviyan û dema ku di deriyê paş de di ser camiyê de digirtin di deriyê de pêş de direviyan. Ev der dû re bi dîwara ku hatiye lêkirin hatiye girtin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Kevnoşopiya ku salan wê kevin nekiriye didomînin
Ê Li Pey IHO-EBRAR rûyên xwendevanên yetîm û muhtaç kenand

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.