Di goştê sor de erzaniya ku dihat hêvîkirin dest pê dike

Di goştê sor de erzaniya ku dihat hêvîkirin dest pê dike

Ji teref Saziya Şîr û Goşt ve hat destnîşankirin li 81 bajêran li xalên wan ên firotina goşt û sor, dê kîloya qiymê bi 29 TL û ya goştê kezebkî jî bi 31 TLyan bê firotin.

Saziya Şîr û Goşt bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir firotina goştê sor a erzan dest pê dike.

Di daxuyaniya ku ji teref Saziya Şîr û Goşt ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin  KDV jî di nav de  ew ê li 81 bajêran li xalên wan ên firotinê kîloya qiymê bi 29 TL û ya goştê kezebkî jî bi 31 TLyan bê firotin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kesên ku dixwazin beşdarî van xalên marketên zincirîn ên ku goştê sor a erzan difiroşin dikarin heta 31ê Cotmehê seat 17.00an muracatî Saziya Şîr û Goşt bikin. (ÎLKHA)


Ê Berê Amerîka: Ji ber ku Barzanî dev ji wezîfê berdaye em memnûn in
Ê Li Pey “Li Sûrî pêdiviya 13 milyon kesan ji alîkariyê re heye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.