Osman Kavala hat girtin

Osman Kavala hat girtin

STENBOL - Osman Kavalayê ku di çarçoveya rêxistina FETO de hatibû binçav kirin, hat girtin.

Osman Kavalayê ku di çarçoveya rêxistina FETO de di 18ê Cotmehê de li Balafira Ataturkê ya Stenbolê hatibû binçavkirin, îro ji teref dadgehê ve hat hirtin. Osman Kavala, di çarçoveya“ Qûmpasa 17-25ê Qanûnê” û teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê ya kû bi piştevaniya Emrîqa ji teref FETO ve xwestin li Tirkiyê rast bikin hatibû binçavkirin. Lêpirsîn ji teref Serdozgeriya Komarê ya Sitenbolê ve dihat kirin û Kavala piştî muamelê wî yên li Emniyetê do êvarî sewqê dadgehê hatibû kirin. Kavala ji ber sûcên “Teşebusa rakirina ji holê ya hikûmeta Tirkiye ya Komar” û “Teşebusa rakirina ji holê ya Qanûna Esasî” hat girtin û xistin girtîgehê. (ÎLKHA)


Ê Berê Ji Macron derheqê Barzanî de daxuyanî
Ê Li Pey Li gazzeyê li hevkirina neteweyî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.