Li gazzeyê li hevkirina neteweyî

Li gazzeyê li hevkirina neteweyî

Serokê buroya siyasî ya hamasê îsmaîl haniye beşdarî konferansa 5mîn ya lihev kirina neteweyî bû û di konferansê de axaftinek kir. Îsmaîl heniya: em dewra lihevkirina ku êdî vegera wê tineye destpêdikin

Serokê buroya siyasî ya hamasê îsmalî heniye beşdarî konferansa 5cemîn a lihevkirina neteweyî ya ku ji teref navenda stratejîk û lêkolînê lidarxistibû bû.

Haniye di konferansê de di derbarê lihevkirina neteweyî de axaftinek kir.

Îsmaîl haniye weha got: îro ez dikarim vê bibêjim ku me deryên sînoran teslîmê hûkumeta filistînê kir. Îsmaîl haniye li qahîrê mêzekir û li axaftine xwe weha zêde kir: çi dibe bila bibe me dewra lihevkirina ku êdî vegera wê tineye destpêkir.

Me ji bo par û menfîatê vê lihev kirinê çê nekir, lewra di vê mijarê de hevkariyên siyasî gelekin. Ev lihev kirin hew netenê dinavbera hamas û elfetîhê deye. Ev lihevkirin dinavbera temamî gurûbên îslamî û neteweyî deye.

Îsmaîl haniye li axaftina xwe weha zêde kir: hewceye ev lihev kirin ji 3ê merhela de were sazkirin. Di merhela ewil de îdareya şerîaya rojava û xebat û karên gazzeyê bi hilbijartinê wê dewrî saziyên girêdayî hûkûmeta filistînê bê kirin. Di merhela duyemîn de lazime rêxistina rizgarkirina filistînê bê dîsa bê saz kirin. Di merhela 3yemîn de jî hewceye rêxistina rizgarkirina filistînê di alî siyasî û îdarî de bê xurt û hêzdar kirin.

Haniye di dawiya axaftina xwe de weha got: hewceye welatên ereb ji bo rizgar kirina deklarasyona balfoûrê û dayîna heqê filistînê lazime li îngîltereyê zext û fişaran bikin.

Di vê nabverê de rêveberiya hukûmeta filistînê ya lihevkirî beyan kir ku hukûmeta ramî el hamdallah wê di 15ê mijdarê de dest bi wezîfeyên deryên sînorên refahê bikin.


Ê Berê Osman Kavala hat girtin
Ê Li Pey Rapora multeciyên sûryeyê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.