Rapora multeciyên sûryeyê

Rapora multeciyên sûryeyê

Li gor lêkolîna ku yekîtiya miletan jî destek û piştgiriyê daye de, li tirkiyê ji 3,5 milyon multeciyên sûryeyî, 650 hezar multecî wê di karên ku qezenca wan hindik de were îstîxdam kirin. Ji multeciyan ji sedî 52 dibêjin ku pêşeroja me li tirkiyê ye. Ji sedî 74ê wî jî ji tirkiyê hemwelatiyê dixwazin.

Bi destek û piştgiriya komsertiya bilin a multeciyan ya neteweyên yekbûyî, weqfa pêşketina însanî, û navenda palîtîkayan ya stenbolê di derbarê têkariya xelkên sûryeyê ji bo tirkiyeyê de lêkolîn hat kirin.

Piştî lêkolînê di raporê de hat îfade kirin ku ji multeciyan ji sedî 79 li stenbolê, li rihay, li hatayê, li entabê, li edenê, li mêrsînê , li kîlîsê , li mêrdînê , li bûrsa û îzmîrê dijîn. Ev rapor piştî hevdîtina bi  1300 kesî re hatiye amade kirin.

Li gon netîceya lêkolînê li tirkiyê ji 3,5 milyon multeciyên sûryeyî, 650 hezar kes tê  îstîxdam kirin.

Hejmara sûryeyî yên destûra xebata wan heye gihaştiye 20 hezar kesî.

Hat ragihandin ku li tirkiyê 8 hezar û 100 şîrketên sûryeyî hene. Lê li tirkiyê xelkên sûrî di xebatên ku meaşên wan hindike de tên xebitandin.

Hat tespît kirin ku xelkên sûryeyî rojana wan dibin 2 dolariye.

Li gor lêkolînê ji multeciyan ji sedî 52 dibêjin ku pêşerojame li tirkiyêye, ji sedî 74 ji tirkiyê hemwelatiyê dixwazin.

Hejmara kesên dibêjin ku heger îmkana min hebana emê biçûna awrûpayê jî hihaştiye ji sedî 42 yan



Ê Berê Li gazzeyê li hevkirina neteweyî
Ê Li Pey Dayikeke din a çîlekêş rehmet kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.