Qetlîama Dêrqemê cihê xwe yê di hişan de mihafeze dike

Qetlîama Dêrqemê cihê xwe yê di hişan de mihafeze dike

90 sal bêrê li gundê Dêrqama Licêya navçeya Diyarbekirê di nav de zarok jî hebûn 10 gundî dan ber guleyan û qetil kirin. Şahidên qetlîamê û xizmê kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bahs û qala wehşata wê rojê kirin.

Pişti 29ê Hezîrana 1925an Şêx Seîd û 46 hevaldozên wî ji teref Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ve hatin daleqandin û hatin şehîdkirin, li navçeyên Diyarbekirê Lice, Pasûr, Hezro û Farqînê ji teref Serokatiya Serfermandariyê ve bi navê "Herekata Bîçar Tenkil" (Bîçar Tenkil Harekatı) di sê merheleyan de operasyon hat destpêkirin û gelek qetlîam hatin rastkirin. Di encama van qetlîaman de zêdetirî 2 hezar însan hatin qetilkirin û nêzîkî 300 gundî hatin şewitandin.     

Digel ku 90 sal di ser vê herekatê de derbas bûbe, hê jî ew tahrîbat, êş û elema ku wê dewrê hatine kişandin nayên jibîrkirin.

Di operasyonên di 7ê Cotmehê de hatin destpêkir û heta 17ê Mijdara 1927an dewam kirin de li gundê Dêrqama (Duru) Licêya navçeya Diyarbekirê di nav de zarok jî hebûn 10 gundî dan ber guleyan û qetil kirin.   

Di vê qetlîama bi jan, ya ku di nav pelê dîroka nayê zanîn de ciyê xwe girtiye de ev kes hatine qetilkirin; Tayyîp Maçîn (Mela Tayyîb), Mehmet Ali Dağhan (Huseyinê Mehmed Elî), Huseyîn Menteş (Huseyinê Keyî NacaXece), Îbrahim Dağhan (Îbrahîmê Huseyinê Keyî Hecî Eliyan), Hüseyîn Dağ (Huseyinê Keyî NacaXece), Hasan Demîray (Hesenê Keyî Topalî), Ahmet Şarda (Ehmedê Şarda), Mûhammed Babûr (Mehemedê Sofiye Keyî Besan), Hasan Belenay (Hesen Çawuş) û zarokên wî Muhammed û Abdullah dan ber gula û qetilkirin.  

Hamit Demirayê (90) salî yê ku lawê Hesenê Keyî Topaliyê ku di i qetlîamê de hat qetilkirin derbarê qetlîma li gundê wan hatibû raskirin de ji ÎLKHAê re peyivî.   

Hamit Demiray destnîşan kir ku dema bavê wî hat qetilkirin ew bebikekî 6 mehî bû û xalê wî ew mezin kiriye.

Demîray da zanîn ku ji ber guran rahişt kalikê wî û kalikê wî seqet bû ji malbata wan re tê gotin “Malbata Topal” û wiha dewam kir: “Dema bavê min hat qetilkirin ez pitikekî 6 mehî bûm. Em wê çaxê 2 bira bûn, diya me paşê zewicî, em yetîm mezin bûn. Min ne diya xwe ne jî bavê xwe dîtiye. Min xalanên xwe dît û pîrika xwe dît. Xalê min em mezin kirin. Bavê min li gundê me azayê mûxtariyê bû. Bi navê Alî Barût serpelek hebû ji bavê min pir hez dikir. Lê belê mixabin ew jî di nav wan kesên ku bavê min qetilkirin de hebû.”  

“Dê we roja Înê bikujin, dilê min dişewite lê belê tiştek ji destê min nayê”

Demîrayê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi qasî xalê min ji min re gotiye ez qal dikim û axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Kaxiza şevê ketina gund serbest e, lê belê derkertin qedexe ye, bi bekçî re şandin gund. Gotibûn ketina gund serbest e, lê derketin qedexe ye û xwestibûn her kes ajalên xwe bigrin û werin qereqolê. Xalekî min yê mela hebû wê çaxê 15-16 salî bû. Ev tişt qewimîne, wî ji min re got. Berya vê qedexeyê 3-4 rojan leşkerek hatibû gund. Wê çaxê xalê min li nav rezan bû. Xalê min wî eskerî dawetî sifreyê dike. Xalê min îsrar dike da leşker wer tiştekî bixwe, lê belê tiştekî naxwe. Dawiyê leşker dibêje bi şertê hûn ji kesî re nebêjin ez ê ji were tiştekî bibêjim. Li ser vê yekê xalê min sozê dide esker da ku ji kesî re tiştekî nebêje. Leşker dibêje, ‘Wê we roja înê bikujin, dilê min li ser we dişewite, lê belê tiştek ji destê min nayê.’ Divê leşker jî Kurd bû û dilê wê li ser me şewitiye. Piştî leşker wer dibêje, xalê min mîhê xwe serjêdike û belav dike, dibêje ji xwe wê herin. Wê çaxê millet ji xalê min re gotibûn dîn bûye.”     

“Ger xalê diya mên nebaya wê gundiyên me tev bikuştina”

Demîray derbarê qetlîamê de agahî da û got di qetlîmê de jê 2 kes li derveyî gund bi tevahî 10 kes qetil kirin û wiha got: “Leşkeran destê zilamên gund girêdidin. Wê çaxê tenê xalê diya min (Hasan Belenay-Hesen Çawuş) Tirkî dizane. Wî bi xwe baş Tirkî zanîbû. Xalê diya min diçe ba fermandar û dibêje li nav vê ormanê çima we destê me girêdaye. Wê çaxê fermandar li xalê diya min heqaret dike û li wî dixe. Dawiyê ev xalê diya min diçe hinda kesê destê wan girêdayî û sîleha otomotîk rê wan dide û dibêje wê me tevan bikujin. Dibêje ji xwe wê we bikuje, benê destê wan diqetîne û dibêje birevin. Dibêje hûn birevin dibe hinek ji we bifilitin, ger hûn nerevin ji we tu kesî sax bernadin. Ev xalê diya min bi xwe direve. Li ser vê yekê kesê destên wan ne girêdayî tev direvin. Kesên destê wan girêdayî benê destê xwe diqetînin û direvin. Kesê kêr nagihêje wan wek bavê min li wir qetil dikin. 8 kesî li vir qetil dikin. Xalê diya min direve gund û leşker wî jî li gund dikujin. Di vê bûyerê de kesekî birîndar jî hat qetilkirin. Ger xalê diya min nebaya wê temamê gundiyan bikuştana.”        

“Dema pîrika min tê gund dinêre li ser navê gund tu tiştek nemaye”

Demîray dibêje weziyeta piştî qetlîmê pirîka min ji min re qal kiriye û wiha got: “Li gundê me zarok û pîrek nekuştin. Pîrika min ji min re behs û qala hinek tiştan kiribû ez jî ji were bibêjim. Leşkeran zarok                        û pîrek birine malakê û xwastine wan di wir de bişewitînin. Piştî zarok û pîrek digrîn û dikin gazî leşkeran  ew nekuştine û wan binçav dikin. Leşker, pîrek û zarokan bi peyatî tînin Diyarbekirê. Li Sûra navçeya Diyarbekirê li nêzîkî minara çarnig kilîsekek heye, mehekî zarok û pîrekan di wir de digrin. Piştî mehekê li wir girtî dihêle ji bo mehkemê dibin navçeya Xana Axpar (Çınar)ê. Mehkeme wan tevan serbest berdide. Ji ber zivistan bû zarok û pîrek tev li derve dimînin û perîşan dibin. Di nav wan pirekan de pîrika min jî hebû. Her kes diçe mala merivekî xwe, lê ji ber merivê pîrika min tunebû, ew li soqaqê dimîne. Pîrika min ji Xana Axparê heta gundê Kaziktepê bi seatan bi nigan bi rê ve diçe. Li vî gundî malek pîrika min mêvan dike. Pîrika min zivistanî li vir dimîne. Paşê pîrika min tê gundê me. Dema pîrika min tê gund dinêre li ser navê gund tu tiştek nemaye.”      

Demîray bahsa tiştên ku piştî qetlîamê hatine kirin jî kir û got Qur’ana Pîroz hat qedexekirin û wê çaxê baca însan û heywanan dihat girtin û pirê mahsûlên bênderên me wek bacê ji me distendin. 

“Çaxên Quran dihat veşartin tê bîra min”

Demîray behs û qala ji ber zilm û zextên dewletên yên li ser xwendina Qurana Pîroz kir û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Ez 9 salî bûm. Dema xalê min Quran dixwend vedişart. Di heman wextê de xalê min melayê gund bû. Rojekê min dît xalê min tiştek xist nav çarşefê û amadehiya çûyinê dikir. Ez ketim pêşiya wî û min got ‘Xalo tu kû de diçe û ev çiye?’ ji min re got ‘Quran e’ ez wê dibim Qiyamê. Qiyama paş gundê me, navê cîkî bû. Paşê min ji xalê xwe pirsî te çikir ji wê Quranê? Ji min re  got min şewitand. Min bi xwe nedît Quran tê şewitandin lê belê çaxa Quran dihat veşartin tê bîra min.” 

“Heta baca serê kera digirtin”

Demîray destîşan kir ku heta baca serê însan û heywanan digirtin û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Wî zemanî baca serê însan û heywanan dihat girtin. Heta baca serê kerê jî digirtin. Em jî feqîrbûn û me nikarîbû bacê bidana û me bi qaçaxî heywan xwedî dikirin. Dema em bihatana girtin mê hê zêde pere didan. Mê genim diçand, diçinînîn, me gêre dikir û li ba dikir, wê çaxê makîneyên çinînê tunebûn her tişt bi qeweta piya dihat kirin. Wê çaxê mamûr hebûn dihatin ser bênderên me û bi darê destê xwe nişan dikirin û digotin ev yê me ne. Ger ew nîşan bihata guhertin me ciza dixwar. Ger bihata û bigotana ‘gerek tû ew qasî bîne û teslîm bike’ me jî dibir Licê û teslîmî wan dikirin.”   

“Azan bi Tirkî dihat xwendin û kumê serên me leşkeran digirtin û davêtin erdê”

Demîray da zanîn ku ew ji zilma azana Tirkî re bûye şahid û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wextê banga şerîf bi Tirkî dihat xwendin tê heşê min. Li gundê me mela tinebû, azan nedihat xwendin. Dema em diçûn Licê an Hênê, me seh dikir digotin ‘Tanri ûlûdûr, tanri ûlûdûr’. Kumê me didan serê xwe leşkeran digirtin, diqetandin û davêtin erdê. Kumê min gelek caran çirandin. Me nikarîbû kêrikê biçûk jî li ba xwe bigirtana.”

Demîray diyar kir ku digel banga şerîf dayina xutbê jî mecbûr bû bi Tirkî bihata xwendin û van tiştan got: “Melayê me navê wî Nûrî bû û eqrebayê me bû. Ew bi xwe waiz bû û merivekî pir jêhatî bû. Di xutbê de peyvek sê caran dûbare dikir; bi Tirkî, Kurdî û Zazakî. Ev ji bo tev fêhm bike dikir. Ji ber bi Kurdî û Zazakî xutbe dida giliya wî li diyanetê  kirin. Reîsê Diyanetê ji Enqerê gazî wî kiribû. Jê pirsîbûn tû çima bi Kurmancî xutbê dide. Mela, ji bo xeberdanê destûrê dixwaze û van tiştan dibêje: Hênê tev Zazan e, gunden derdora wê jî tev Kurmanc in,  tenê memûr Tirkî diaxifin. Hejmara memûran jî ji sedî ya yek heye an jî tuneye. Armanc û xaya min ev e, dema ez wazan dikim dixwazim min fêhm bikin. Dema min waaz da û kesî ji min fêm nekir ka dibe çi. Paşê ji Mela Nûrî xwestin bibe miftiyê Hênê lê belê wî vê teklîfê qebûl nekir. Li Licê bi navê Mela Xelîl melayek hebû li mizgeftekê mela bû. Li gûndê me ziyareta Ashabê Kehf heye, rojekê ew hatibû wir ziyaretê. Hew me nêrî leşkeran em dorpêç kirin. Ewilî Mela Xelîl derket. Her tim di pişta wî de xencera wî hebû, eskera ew derdest kirin. Leşkeran jê sewal kir ‘Tu doza çi dike?’. Wî  jî got ‘Ez li ser doza heq im û ez doza Laîlaheîllallah dikim’. Bi vî awayî zext û zordarî hebûn.”                 

Demîray di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew li hember mumaleyê leşkeran yên kêfî diman û bûyerek hatibû serê wî bi vî awayî hanî ziman û got: “ Min dar jê dikir û difrot. Rojekê min li Hênê gelek dar kirîbû. Ezingên min kiribû me xist qamyonê û em hatin Karazê (Kocaköy). Li wir leşkeran pêşî li me birîn û em ji erebê danîn. Leşker, got ev êzingan yê kêne û te ji ku aniye. Min ji ku hanîbû jê re got. Qismek ji daran şewitîbûn. Esker ji min re got çima êzingê te şewitîne. Me jê re got dema me ew girtin wanî bûn. Leşkeran xwestin em bar vekin. Ji xwe me bar bi zor û zehmet bar kiribû, ger me bar vekira, ji bo em dîsa bar bikin pir wext digirt. Ji me yekî ji leşkeran re got bar zêdeye em nikarin bar vekin ger em vekin, tev dê xera bibe. Leşker got ‘Ez dibînim çima tu ji min re dibêje?’ û li wî xist. Li min bixistana ew qas bi min tade nehata! Wer hasil me bar vekir, deriyê kêlekê jî bi me dan vekiririn lê belê tiştek di bin de nedîtin. Divê me dîsa bar barkira û girêda. Havîn bû pir germ bû, bi zor û zehmet me dîsa bar bar kir, lê belê îcar derî nedihat girtin. Leşkerek hat cem me û got ‘Ger vir ne eskerî ba derek din ba, min ê kesên ev tiştan anî serê we geber bikira’. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10409/qetlama-drqem-cih-xwe-y-di-hisan-de-mihafeze-dike 


Ê Berê Ew ê li gor taqwîma Hicrî jî bernameyên Wîladeta Pîroz bên tertîpkirin
Ê Li Pey Bernameyên wîladeta pîroz

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.