Bernameyên wîladeta pîroz

Bernameyên wîladeta pîroz

Serokê platforma evîndarên pêxember adnana akgonul, derbarê bernameyên wîladeta pîroz yên îsal wê bên lidarxistin de peyivî. Akgonul, îfade kir ku wê li gor teqwîma hîcrî bernameyên wîladeta pîroz lidar bixin û bername wê di 10 rojên meha mijdarê de werin tertîp kirin.

Serokê platforma evîndarên pêxember ednan akgonul û berdevkê platformê yahya ograş, derbarê bernameyên ku wê îsal werin lidarxistin de peyivîn û agahî parve kirin.

Adnan akgunulê serokê platformê, îfade kir ku wê îsal bi temaya “rêberê rehmet, aşîtî û edaletê hz. Mûhemmed (sav)” bernameyan lidarbixin.

Di berdewama beyanata xwe de jî akgonul, destnîşan kir ku ji bo neheqî û zilm ji erdê rabe, rêya xelasiya ji tefrîqa û mezheb, meşrebperestî û te’asûbê bes reçeta rizgarî û azadiyê di rêça pêxember (sav) de ye.

Akgonul, qala guhertina bernameyên wîladeta pîroz ya li gor teqwîma hîcrî ya ji teref serokatiya diyanetê jî kir û got “em ê li gor teqwîma hîcrî jî bernameyan lidarbixin.”


Ê Berê Qetlîama Dêrqemê cihê xwe yê di hişan de mihafeze dike
Ê Li Pey Huda parê esnaf ziyaret kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.