Li zanîngehê kermesa arakan

Li zanîngehê kermesa arakan

Serokê giştî yê huda parê zekeriya yapicioglû, li zanîngeha dîcleyê beşdarî kermesa ji bo arakanê, ji teref xwendekarê zanîngehê ve hatiye vekirin bû. Yapicioglû yê ku piştî ziyareta kermesê beyanat da, binî çixêz kir ku li gelek erdnîgariyên îslamê xwîna muslimanên mezlûm diherike û gazî alema îslamê kir.

Dosyaya bi pêvek dabixe

Serokê giştî yê huda parê zekeriya yapicioglû, li zanîngeha dîcleyê ya diyarbekirê, beşdarî kermesa ku ji teref xwendekran ve hatiye tertîp bû.

Yapicioglû, ji bo feyda wî li kermesê were navroja xwe li wir xwar û ji bo tertîpkirina kermesê xwendekar teprîk kirin.

Zekeriya yapicioglû, piştî ziyaretê beyanat da.

Yapicioglu di axavtina xwe de wiha got:

“yek ji van heremên ku xwîna mislimanan lê tê rijandin arakan e û îro birayên me yên xwendekar li vê derê ji bo balan bikşînin li ser vê meselê û ji bo karibin hinekî jî be ji birînên wan re bibin melhem û vê birînê bipêçin kermesek tertîp kirine. Ewê pereyên ku di encama vê kermesê de bên tertîpkirin ji wê derê re bişînin. Feqet weke ku min got  ev ji wan birînên ku xwîn  ji wan tê, bes tenê birînek e. Li gelek cihan rewşa gelek birayên me wek ên wan e.”

Yapicioglu diyar kir bi hev ketin û mijûlbûna bi hev re ya mislimanan bi jantir û bi êştir e û wiha pê de çû:

“li hinek derên erdnigariya ummetê misliman bi hev re mijûl dibin û xweîna hev dirjînin ku ev yek tiştê herî bijantirîn û nebaştirîn e. Îxtîmal heye ku li van yeke din bê zêdekirin. Vaye, li kêleka me li iraqê, ji ber wê rageşiya di navbera hikûmeta navendî ya iraqê û birêveberiya kurdistanê, îxtîmal heye ku şereke germ derkeve. Em hêvî dikin ku birîneke din a nû li van birînên ku hene zêde nebe.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew hewildanên alîkariya bo arakaniyan a ku ji teref xortên zanîngehê ve tên dayîn tişta kêfxweşiyê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî:

“ji destên me tiştekî zêde nayê. Ji bo ku ji arakaniyan re alîkarî bê kirin hewilek  heye. Ev hewil tiştekî xweş û baş e. Ji ber ku ev hewil ji teref xortên zaningehê ve tê dayîn kêfxweşiya me zêdetir  dike. Înşaallah hejmara van xortên me yên ku mesûliyet û wezîfeya xwe dizanin zêde bibe û ew sibe disibe werin desthilatdariyê û îdare têkeve destên wan, ez hêvîdar im ku ew ê biratiya ummetê qewîtir û sexlemtir bikin. Ger yekîtî û biratiya ummetê bê tesîskirin, ez bawer dikim ku ew ê exlebeyê van mişkîle û problemên ku em dijîn dê çareser bibin.”


Ê Berê Huda parê esnaf ziyaret kir
Ê Li Pey Bexdayê îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê ya li Ceyhanê dewr distîne!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.