Dest hat danîn li ser mal û milkên prensên ku hatine binçavkirin

Dest hat danîn li ser mal û milkên prensên ku hatine binçavkirin

Hat ragihandin dest hatiye danîn li ser parayên di bankayan de yên 11 prens û 4 wezîrên berê yên ku di bergeha bêrêtiyê de li Erebistana Siûd de hatine binçavkirin

Berî vê çend rojan li Erebistana Siûd di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de 11 prens û 4 wezîrên berê û gelek kesên payebilind hatibûn binçavkirin.

“Komîteya micadeleya bi bêrêtiyê re” ya ku roja şemiyê di bin Serokatiya  Muhammed bîn Selman de hat damezrandin piştî ku di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de qerara binçaviya 11 prens û 4 wezîrên berê da re vêcar qerareke nû da. Li gor qerara nû de dest hatiye danîn li ser parayên di bankayan de yên 11 prens û 4 wezîrên berê yên ku di bergeha bêrêtiyê de li Erebistana Siûd de hatine binçavkirin.

Hat ragihandin para, mal û milkên ku dest hatiye dayîn li ser wan ew ê wek milkê dewletê bê qeydkirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10442/dest-hat-dann-li-ser-mal-milkn-prensn-ku-hatine-bincavkirin 


Ê Berê Li Êlihê ji “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” eleqeyek mezin hat nîşandan
Ê Li Pey "Bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên me hene, bi her dû aliyan jî bo hevdîtinê hewil didim"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.