Di twîtterê de guherîn: Di parvekirinan de hejmaratîpan derket 280î

Di twîtterê de guherîn: Di parvekirinan de hejmaratîpan derket 280î

NAVENDA NÛÇEYAN - Twîttera ku malpera parvekirina civakî ye ragihand ew wê sînordarkirina 140 tîpan ji îro pê ve derxistine 280 tîpan.

Twîttera ku malpera parvekirina civakî ye, meha borî bi daxuyaniyeke ku belav kiribû ragihandibû ew ê sînordakirina hejmara tîpan a 140 derbixin 280 tîpan û ceribandinên vê yekê jî dest pê kirine. Piştî heyama ceribandinê bi dawî bû re îro hejmara tîpan ên ku dê di pavekirinan bên bikaranîn hat derxistin 280 tîpan. Kesên bikarhêner bo ku ji vê guhertinê sûdê werbigrin hewce nake tu muamelê bikin. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin ew ji ber vê sepana nû pir bi kelecan in û ew ê hewil bidin vê taybetiyê bo temamê zimanan tetbîq bikin.(ÎLKHA)


Ê Berê “Ma dema cumhuriyet hat damezrandin ji xelkê hat pirsîn!”
Ê Li Pey Xuşkên astengdar ji ber riyên xerabûyî nikarin biçin mektebê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.