Bertek hêj li dijî qedexeya fîlmê caman berdewam dikin

Bertek hêj li dijî qedexeya fîlmê caman berdewam dikin

ENTAB - Aksesuarvanên otomobîlan û ajokarên ku bertek nîşanî qedexeya fîlma caman dan destnîşan kirin ev qedexe him dikandaran mexdûr dike û him jî welatiyan.

Digel guhertina rêziknameyê ya ku ji teref Wezareta Zanyarî, Pîşêsazî û Teknolojiyê ve hat kirin qedexeya fîlma caman cardin dest pê kir. Ajokarên Entabî piştî ku qedexeya fîlma caman dest pê kir re ji bo ku ceza nexwin berê xwe didin aksesuarvanên otoyan. Dikandarên aksesuarvanên Entabê derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber qedexeya fîlma caman ew mexdûr bûne û ew sparîşên fîlmê caman ên ku dabûb tev de di destên wan de mane. Ajokar jî ji mesrefên ku dikin û cezaya ku ji wan re tên dayîn gazin û giliyan kirin. Huseyîn Taşçiogluyê ku bi salan e li Sîteya Pîşêsaziyê ya Kusgetê aksesuarvantiya otoyan dike derbarê mijarê de destnîşan kir ev qedexeya ku di warê fîlma caman de hatiye îlankirin dikandarên ku fîlma caman difiroşin mexdûr kiriye û divê ew qedexe cardin bê nirxandin. Taşçioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber qedexê ew mexdûr bûne û spasrîşên wan tev de di destên wan de mane. Aksesurvanê otoyan, Salman Ok jî derbarê mijarê de gazin û giliyên xwe anî zimên û wiha got: “Welatî ji rewşê nerazî ye.” Ajokar Salîh Bzoogluyê ku bo fîlma camê ya ereba xwe bide jêkirin hat pîşêsaziyê derbarê mijarê de gazinan kir û got: “ Ev qedexe qet baş nebû.Tu bi 400 fîlm dide kişandin cama wesayîtê; lê belê tu bi 750 TLyî dide jêkirin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Erdogan, Elon Musk qebûl kir
Ê Li Pey Werin em ji bo feqîran maleke germ ava bikin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.