“Hîndekarên qursa Qur’anê yên demkî divê bibin kadrodar”

“Hîndekarên qursa Qur’anê yên demkî divê bibin kadrodar”

ÊLIH - Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Beşîr Şîmşek destnîşan kir divê ew hîndekariyên qursa Qur’anê yên ku xwediyê temamê şert û mercên tayînê ne demildest bibin kadrodar.

Mela Beşîr Şîmşekê Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê derbarê ewlehiya kar a hîndekarên Qur’anê de daxuyaniyek da. Şîmşek di daxuyaniya ku da de destnîşan kir perwerdehiyên dînî divê bes bo 3-5 mehan neyên kirin;bereks divê wek pergala perwerdehiyê daîm bin.

“Ew mafên ku ji xebatkarên taşeron re hatine dayîn bila ji wan re jî bê dayîn û ew jî bibin kadrodar”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew mafên ku ji xebatkarên taşeron re hatine dayîn bila ji wan re jî bê dayîn û ew jî bibin kadrodar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger wisa neyê kirin ew ê wê demê perwerdehiya Qur’anê dê bibe parçe parçe  û dê netîceyek neyê girtin. Her wisa ew ê ew birayên me yên ku di vî warî de kar dikin dê bêkar bimînin. Ew ê 3 mehan bixebitin û 5 mehan bêkar bimînin. Ew ê nikaribin tiştên ku hîn bûne bi şikleke baş ji zarokan re rabigihînin. Ji ber vê yekê ev wisa nabe. Ji ber wê yekê divê ew hîndekariyên qursa Qur’anê yên ku xwediyê temamê şert û mercên tayînê ne demildest bibin kadrodar. Em wek Îttîhadê bawer dikin wan mafên ku ji xebatkarên taşeron re hatine dayîn ji wan re jî bê dayîn û ew jî bibin kadrodar dê baştir bibe.”(ÎLKHA)


Ê Berê Werin em ji bo feqîran maleke germ ava bikin
Ê Li Pey “Bernameya hevzayendî” ya ku li Mêrdînê bûbû sedema bertekan dîsa di rojevê de ye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.