Serokomar Erdogan: Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir

Serokomar Erdogan: Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta Rûsyayê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de derbarê erdheja ku li Kurdistana Iraqê qewimî de destnîşan kir “Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir.”

Erdogan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir hema piştî erdhejê saziyên wan bi lez sewqî herêmê hatine kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda silametiyê bide xelkê Iraq û Îranê. Piştî bobelatê me saziyên xwe yên eleqedar hema di cî de  sewqî herêmê kir. Saziyên me Heyva Sor, AFAD û yên mîna wan xebatên alîkariyê dikin. Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir.”(ÎLKHA)

: http://ku.ilkha.com/haber/10499/serokomar-erdogan-konvoya-me-ya-alkariy-ya-ku-ji-50-tiran-pk-t-snor-derbas-kir 


Ê Berê HUDA PAR piştî erdhejê bi partiyên siyasî yên li Kurdistanê re hevdîtin kir
Ê Li Pey Yetîm-Dera Ewrûpa ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê da destpêkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.