Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 530î

Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 530î

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekşema borî li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê erdhejeke di mezinahiya 7.3an de pêk hatibû, hejmara kesên ku di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 530î.

Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane exlebe ji Serpol Zehapa navçeya Kirmanşaha Îranê ne, her wisa hat ragihandin li li Germiyan û Derbendîhanê jî 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 321 kes birîndar bûn.

Bi deh hezaran Kurdistaniyên Rojhilat piştî erdheja bi mezinahiya 7.3an û zêdetirî 100 erdhejên biçûk cara duyemîn şevê li kolanan derbas kirin.

Rayedaran destnîşan kirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tê tirsîn ku hejmara kesên mirî zêdetir bibe . Muhammed Alî Monşîzadeyê rayedarê Tipa Edlî yç Kîrmanşahê destnîşan kir li wan gundên ku çûyîn û hatin lê zehmet in malbatan nêzî 150 kesan defin kirine.

Her wisa Navenda Erdhej û Meteorolojiyê yê Germiyanê  destnîşan kir, îşev di navbera seat 19.00-20.00an de li Kelarê û Derbendîhanê 4, li herêma sînor a di navbera Germiyan û Qesra Şêrîn de jî 13 tev de 17 erdehejên biçûk pêk hatine.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10518/hejmara-kesn-ku-di-erdhej-de-jiyana-xwe-ji-dest-dan-derket-530 


Ê Berê Saziyên alîkariyê li herêma erdhejê dest bi ziyaretan kirin
Ê Li Pey Muftî wek fermî nikah birî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.