Xebatên alîkariyê berdewam e

Xebatên alîkariyê berdewam e

Bi sebeba erdheja bi mezinahiya 7,3ê ku li sînorê iraq û îranê çê bû gelek saziyên alîkariyê întîqalî herêmê bûn. Saziyên alîkariyê li herêmê xebatên xwe berdewam dikin.

Li herêma erdhejê ji bo berteref kirina îhtiyaciyên acîl xebat berdewam dike.

Li herêma kurdîstana iraqê roja yekşema borî 32 kîlometre li başûrê rojava helepçê bi mezinahiya 7,3 erdhej çêbibû.  Weqfa kerwana umîdê ji bo birînên depremzedeyan bipêçin û bi derdê wan re hemderd bibin çûn herêma ku lê erdhej çêbibû. Yetîm dera awrûpayê û îho ebrar jî ji bo alîkariyên acîl xebatên xwe yên li herêmê berdewam dike.

Alîkarê serokê giştî yê weqfa kerwana umîdê cemal çinar ji bo birînên xelkên herêmê bipêçin bi serokê saziya alîkariya rabîtaya îslamî ya kurdî huseyîn karadagî re li suleymaniyê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de îhtiyaciyên temel hatin tespît kirin.

Alîkarê serokê giştî yê weqfa kerwana umîdê cemal çinar îfade kir ku îhtiyaciyên kesên ku di erdhejêde mexdûr bûnin  alîkariyên acîl wek derman, bettaniye , germkir û îhtiyaciyên xwarinêye.

Huseyîn qaradag jî ji heyeta ku ji bo alîkariyê hatine herêmê re teşekur kir û îfade kir ku emê jî alîkariya we bikin û  di vê mijarê de çi ji destê me bê emê jî bikin.


Ê Berê Ji bo muslimanê araqanî alîkarî
Ê Li Pey Ajokaran ji zama ku li sotemeniyê hat kirin re bertek nîşan dan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.