Li Sûrî Herba Navxweyî

Li Sûrî Herba Navxweyî

Li sûryê ji ber herb û pevçûnên navxweyî êş û elemên gelek mezin hatin kişandin. Gelek kes ji mecbûrî war û welatên xwe terk kirin. Xelkên sûrî, yên ku ji ber herb û pevçûnên li herêmê xwe sipartibûn welatên cîran, vêga di telaşa vegerê dene. Li gor raporên neteweyên yekbûyî îsal nêzîkî 715 hezar xelkên sûrî vegeryane welatên xwe.

Li sûriye herb û pevçûnên ku ji 15ê Kanûna 2011an û pê de dest pêkir, hê jî berdewam dike.

ji ber şer û pevçûnan hetanî niha 400 hezar kes heyata xwe winda kirine. Li herêmê 6 milyon û nîv însan war û welatên xwe terk kirine û xwe sipartine welatên cîran.

Sûriyeyî yên ku bi fikra em ê çend meha warê xwe terk bikin derketibûn, ev serê 6 sala ye hesreta war û welatên xwe dikşînin.

Rêxistina hêzên navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî îfade kir; îsal nêzîkî 715 hezar kes vegeriyane cîh û warên xwe.

Di beyanatê de hat îfadekirin ku li Sûriye îsal ji meha Çile û hetanî meha Cotmehê, 715 hezar sivîl vegeriyane malên xwe. Di heman demê de, milyonek û 452 hezar û 636 kes jî, ji war û welatên xwe bûnin.

Di berdewama beyanatê de weha hat îfade kirin: “Veger ji sedî 58 li herêma Helebê hatiye kirin. 38 hezar kesên ku vegeriyabûn malên xwe dîsa ji mecbûrî war û welatên xwe terk kirin in.”

Li Sûriye, ji destpêka herbê û pê de bi tevahî 6 milyon û nîv însan war û welatên xwe terk kirin in.

Di dawiya beyanatê de weha hat îfade kirin: “Xelkên Sûrî yên ku vedigerin, ji sedî 96ê wî malên wan  tev xera bûye. Kesên ku vegeryane welatên xwe îhtiyaciya wan bi ava paqij, malzemeyên gidayê û xizmetên sihhetê he ye.

Li aliyê din jî, ji teref Ofîsa Koordînasyona Xebatên Însanî ya Neteweyên Yêkbûyî ve raporek nivîskî hat weşandin. Di raporê de weha hat gotin: “Li Sûriye zêdetirî 13 milyon însan, ihtiyaca wan bi alîkariyên însanî hene. A niha jî 419 hezar kes dibin dorpêçiyê den in.



Ê Berê Harîrî Vegerya Lubnanê
Ê Li Pey “Pêdiviya me ji edeb û îffeta Hz. Osman ra gelek zêde heye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.