Derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn

Derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn

Li Bangledeşê ji teref birêveberiya Hasînayê ve derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn.

"Mahkemeya Sûcên Şer a Navneteweyî” ya ku li Bangledeşê ji teref birêveberiya Şeyh Hesînê ve hat damezrandin derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê da.

 Di nav 6 kesên ku derheqê wî de qerara îdamê hat dayîn de parlementerê berê û ji lîderên Cemaata Îslamî Ebu Salih Muhammed Abdulazîz jî heye. Mujibur Rahmanê ku Serokatiya Partiya Cemaata Îslamî dike  derbarê qerarên îdamê de daxuyaniyek da. Rahman di daxuyaniya ku belav kir de ji qerara mehkemê re bertekek tund nîşan da û diyar kir digel ku Ebu Salih Muhammed Abdulazîz tevlî tu sûcî nebûbe jî ew ji “doza siyasî ya xwîndariyê “ya birêveberiya Hesîna   tê qurbankirin.

Weke ku dê bê bîran berî niha jî gelek endamên Cemaata Îslamî ji teref birêveberiya Hesînaya laîk ve hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10587/derbar-6-endamn-cemaata-slam-de-qerara-dam-hat-dayn 


Ê Berê 4 welatên Ereban Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê têxistin “lîsteya terorîstan”
Ê Li Pey Melayê gund ji teref PKKê ve hat qetilkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.