Îttîhad’ul Ulema ji ber “lîsteya terorê” ji welatên Ereban re bertek nîşan da

Îttîhad’ul Ulema ji ber “lîsteya terorê” ji welatên Ereban re bertek nîşan da

Îttîhad’ul Ulema ji ber ku Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê û Konseya Îslamê ya Cîhanê û 11 kes ji teref 4 welatên Ereban ve hatin xistin “lîsteya terorê” bertek nîşan da.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat ragihandin ev yek nayê qebûlkirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Em beyanata ku derbarê Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê û Konseya Îslamê ya Cîhanê û alimên rêber ên ummeta Îslamê hene qebûl nakin. Em bang li ummeta Îslamê  dikevin da ku li rêberên xwe xwedî derkevin. Ew lîsteyên qaşo yên terorê yên ku berî niha ji teref dewletên kafir ve dihatin amadekirin û li ser raya giştî ya cîhanê didan ferzkirin niha em vê yekê ji wan welatên ku wek navenda alema Îslamê tê hesibandin û ji Harema Şerîf re xwedîtîtiyê dike dibihîzin ku ev yek me heyirî dihêle û her wisa nîşanî me dide ku ev rejîm ketine nava zilleteke çawa.

Di dawiya beyanetê de hat ragihandin divê li dijî qerarê bê deng neyê mayîn û dû re wiha hat gotin: “ Em wek Yekîtiya Alim û Medresyan bang li Mislimanên cîhanê dikin, li dijî vê yekê bisekinin û li alimên  xwe xwedî derkevin û bertekên pêwîst nîşan bidin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10602/tthadul-ulema-ji-ber-lsteya-teror-ji-welatn-ereban-re-bertek-nsan-da 


Ê Berê Bozdag: Ew roja ku Pêxember lê hat dinyayê dê bi navê “Hefteya Mewlûda Nebî” bê pîrozkirin
Ê Li Pey Kerwana Umûdê li Entabê arîkariya komirê belav kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.