Kerwana Umûdê li Entabê arîkariya komirê belav kir

Kerwana Umûdê li Entabê arîkariya komirê belav kir

Kerwana Umûdê ya Entabê digel destpêkirina demsala zivistanê ji malbatên feqîr û muhtac re bo şewitandinê arîkariya komirê belav kir.

Kerwana Umûdê ya Entabê ya ku her meh bi şikleke bi rêk û pêk ji malbatên feqîr û jar re alîkariyê dike ji ber destpêka demsala zivistanê ji kesên feqîr re 21 ton komir belav kir.

Nihat Bakşiyê rayedarê Kerwana Umûdê yê Entabê ye derbarê mijarê de diyar kir di bergeha banga wan a “Werin ji feqîran em maleke germ ava bikin” de qismî be jî alîkarî ji wan re hatin kirin û ew hêj li benda van alîkariyan in.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de ji temamê kesên xêrxwaz ên ku keda wan di van alîkariyan de heye re malavabûn got û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me berî niha bang li kesên xêrwaz kiribû. Demsal dest pê kir  û hewa cemid î. Pêdiviya malbatên feqîr û jar ji komir û êzingan re hebû. Hemd ji Xwedê re ev banga me ya alîkariyê bê bersiv nema.”

Bakşî diyar kir ew bi navgiriya xêrxwazan ji kesên feqîr û jar re alîkariya komirê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hema hema ji 40 malbatan re alîkariya komirê dikin. Elbet ji ber ku komir hindik e em encax her yekî 10-15 çiwalan li serê malê belav dikin. Xweda ji wan razî be, xêrxwazên me nêzî 21 ton komir dan me û me jî van komiran ji kesên feqîr re belav kir. Ji bo ku ev malbat mexdûr nebin banga me û xebatên me berdewam dikin.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/10609/kerwana-umd-li-entab-arkariya-komir-belav-kir 


Ê Berê Îttîhad’ul Ulema ji ber “lîsteya terorê” ji welatên Ereban re bertek nîşan da
Ê Li Pey HUDA PAR ji îşaretkirina malên welatiyên Alewî re bertek nîşan da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.