Akademîsyenê ku heqaretî Îslamê kir ji wezîfê hat dûrxistin

Akademîsyenê ku heqaretî Îslamê kir ji wezîfê hat dûrxistin

ŞIRNEX - Yrd. Doç. Dr. Emre Başçiyê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê piştî ku ji ser medyaya civakî heqaretî Îslamê kir re ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.

Konseya Zanîngeha Şirnexê piştî ku ji teref Yrd. Doç. Dr. Emre Başçiyê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê ve ji ser medyaya civakî heqaret li Îslamê û Serokomar Erdogan hat kirin re civiya. Di encama civînê de qerara ji wezîfê dûrxistina Emre Başçi  hat dayîn.

Derbarê mijarê de ji teref Rektorê Zanîngeha Şirnexê  Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan ve daxuyaniyek hat dayîn. Rektor Erkan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir hatiye tespîtkirin ku Başçi  ji orf û bawerî û ji nirxên pîroz ên civakê re heqaret kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hatiye tespîtkirin ku Yrd. Doç. Dr. Emre Başçiyê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê ji ser medyaya civakî  bi şikleke eşkere tizanên xwe li Hz. Îbrahîmê ku nirxê hevpar ê temamê dînan e û bi îbadeta Qurbanê ya ku digel wî derketiye holê, kiriye û her wisa dîsa hatiye tespîtkirin ku Başçi heqaret li orf, bawerî û nirxên pîroz ên civakê kiriye. Ew ê ji wan tewr û helwestên bêpirsiyar û bêexlaq re destûrê nedin.”

Erkan di dawiya axavtina xwe de diyar kir Başçi her wisa heqaretî Serokkomar Erdogan re jî kiriye û ji ber van tiştan ji wezîfê hatiye dûrxistin.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/10617/akademsyen-ku-heqaret-slam-kir-ji-wezf-hat-drxistin 


Ê Berê “Dema heya biçe civak xera dibe”
Ê Li Pey “Rehmeta Pêxember têra temamê jiyanê dike”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.