Heta îro tu kes bi wan pereyên ku ji qumarê “qezenc” kiriye mesûd û bextewar nebûye

Heta îro tu kes bi wan pereyên ku ji qumarê “qezenc” kiriye mesûd û bextewar nebûye

Ji ber ku ji serê salê re wextekî hindik maye dîsa “Piyangoya Neteweyî” ya ku texlîdek ji cûreyê qumarê ye cardin hat rojevê. Aliman derbarê mijarê de gotin heta îro tu kes bi wan pereyên ku ji qumarê “qezenc” kiriye mesûd û bextewar nebûye.

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulema Mela Mehmet Şenlîk derbarê “qumara qanûnî” ya ku di bin navê “Piyangoya Neteweyî” de tê leystin de nirxandinan kir derbarê mijarê diyar kir ger bi eraq û qumarê mucadele neyê kirin dê ev yek dînê xelkê û nirxên çandî yên xelkê ji binî ve hilweşîne.

Mela Mehmet Şenlîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê mexdûr di bin navê “qumara millî” de tê mêtin û dû re wiha got: “

“Zirar qumarê ji aliyekî ve ji mînberan tê vegotin û ji aliyê din  jî bi destê dewletê tê leystandin”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir li welatekî Misliman  bi destê dewletê leystandina qumarê  bûyereke bi xemgîn û kovandar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev fealiyeta ku bi destê dewletê hatiye gelemperîkirin “qumareke mîllî” ye. Dewlet li gor xwe hewil dide cihên qumarê bigre. Hemû kes dizane ku  qumar qedexe ye, zirar e û malikan xera dike. Vê yekê ji kursiyên waiza û ji temamê mînberan dibêjin. Li aliyekî jî qumareke millî ya ku bi heftiyan, bi mehan reklama wê tê kirin heye. Hêj serê salê nehatiye, lê ji niha ve dibêjin ‘me ev qas îkramiye danî ye, ev qas şensê wê heye, kesê ku qezenc dike dê ev qasî qezenc bike’ û xelkê teşwîqî vê yekê dikin. Ev yek me gelekî zêde xemgîn kiriye.”

 “Çavên wan li berîkên însanan e”

Şenlîk diyar kir xelkê Misliman ji xwe ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin û di ser de jî bi organîzasyon û reklaman teşwîqkirina qumarê rê tê vekirin ku xelk zêdetir mexdûr bibe. Şenlîk dû re wiha got: “Ma ne heyf û guneh e ku çavên wan li berîkên xelkê ye. Dewlet jî bes ji bo çend qirûş bac bê eleqê xwe jê nayêne. Pir şerm e û divê muhasebeyeke wijdanê hebeç Qumar dişewitîne, tu kes nikare qezenc bike. Heta îro tu kes bi wan pereyên ku ji qumarê “qezenc” kiriye mesûd û bextewar nebûye. Dibe ku di taliyê de ji canê xwe bûbe. Kesên ku ji Piyangoya Neteweyî qezenc dikin an aqil davêjin an jî dikevin riyên nebaş.”

Mela Şenlîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger bi eraq û qumarê re micadele neyê kirin dê ev yek civakê ji bîne ve hilweşîne û dû re wiha bang li xelkê kir: “ Emanet emanet, heyf e, pereyên xwe bi wan nedin xwarin. Piyangoya Neteweyî feyde nedaye tu kesî û dê nede jî. Divê hemû kes ji vê îlletê mihafezaya xwe bike.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10630/heta-ro-tu-kes-bi-wan-pereyn-ku-ji-qumar-qezenc-kiriye-mesd-bextewar-nebye 


Ê Berê Muhammedê 3 salî li ser pişta diya xwe ji ber sermayê rehmet kir
Ê Li Pey Pentagon: Êrîşê ku li Misrê hat kirin pêwistiya midaxeleya li herêmê derxist holê!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.