Li tevahiya Tirkiyê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin

Li tevahiya Tirkiyê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin

Ji ber minasebeta teşrîfa dinyayê ya Hz. Muhammed(s.x.l) li tevahiya Tirkiyê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin.

Ji ber minasebeta salvegera 1466emîn a teşrîfa Hz. Muhammed(s.x.l) a dinyayê li gelek bajêr, navçe û gundên wan teşrîfkirina Pêxemberê me Hz. Muhammed(s.x.l) di camiyan de hat pîrozkirin.

Li Enqere, Stenbol, Qonya, Edîrne, Bursa, Denîzlî, Edene, Elezîz, Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Çewlig, Bidlîs, Entab û Rihayê welatiyên ku xwestin Qandîla Mewlûdê ihya bikin berê xwe dan camiyan bo alema Îslamê dia kirin.

Di bernameyên ku hat lidarxistin de Misliman hezkirin û muhabbetên xwe yên li hember Hz. Muhammed anîn ziman. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10645/li-tevahiya-tirkiy-qandla-mewld-hat-hyakirin 


Ê Berê “Kontrola ceyrana qeçax divê di bin çavderiya saziyên bêteref de bê kirin”
Ê Li Pey “Çareseriya mayînde a problemên civakî bi perwerdehiya Îslamî mumkin e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.