“Zarok li tiştên ku hûn dibêjin nanihêrin li tiştên ku hûn dikin dinêrin”

“Zarok li tiştên ku hûn dibêjin nanihêrin li tiştên ku hûn dikin dinêrin”

Doç. Dr. Halît Ertugrulê ku diyar kir zarok guh nadin nesîhetan bang li dê û bavan kir û got “Zarok li tiştên ku hûn dibêjin nanihêrin li tiştên ku hûn dikin dinêrin. Dê û bav e bi aqil nesîhetan nake; bi kiryar û tiştên ku dê bike jê re dibe mînak."

Ji teref Qursa Qur’anê ya Qîzan a Mizgefta Cebelî Nûr ve semînerek hat tertîpkirin. Doç. Dr. Halît Ertugrul di semînera ku hat tertîpkirin de derbarê mijara “ Di Malbatê de Perwerdehiya Zarok û Ciwanan” de pêşkêşiyek kir.

Ertugrul di axavtina ku kir de diyar kir bo dê û bav bextewar bibin pêdiviya zarokan bi serkeftinê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku em her tim şad bibin û bo di nav piyan de neyên eciqandin pêdiviya me bi serkeftinê heye. Hizûr û şadî ji nêçareyan re bûyîna çareyê ye, ji destê ketiyan girtin e û ji bêkesan re bûyîna destekê ye. Em lawê kesên xerîban û Anatoliyî ne. Ger em bi sernekevin em ê heta heta di bin piyan de bên eciqandin. Ji serkeftinê pê ve tu çareya me tuneye.”

Ertugrul di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Divê zarok  bawer bikin ku zilamê herî baş ê li dinyayê bavê wan e; divê bawer bike xanima herî dirist jî diya wan e.” Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarok guh nadin nesîhetan, belesebeb xwe nebetilînin. Zarok li tiştên ku hûn dibêjin  nanihêrin li tiştên ku hûn dikin dinêrin. Dê û bav e bi aqil nesîhetan nake; bi kiryar û tiştên ku dê bike jê re dibe mînak.”

Ertugrul di dawiya axavtina xwe de diyar kir zarok tiştên xelet û derew ne ji hevalên xwe yên li sikakan ji dê û bavên xwe hîn dibin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Dê û bav, ez ji we rica dikin hisabê ji zarokên xwe pirs nekin, hisabê ji xwe bipirsin. Me li kû derê û çi xeletiyê kir ku zarok jî hînî vê xeletiyê bûn;pêşî hisaba vê yekê ji xwe bipirsin. Hûn dê û bavekî çawa bin ew ê zarokên we jî wisa bin.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/10646/zarok-li-tistn-ku-hn-dibjin-nanihrin-li-tistn-ku-hn-dikin-dinrin 


Ê Berê “Çareseriya mayînde a problemên civakî bi perwerdehiya Îslamî mumkin e”
Ê Li Pey Li Entabê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.