Li mekteban bernameyên Mewlûda Nebî

Li mekteban bernameyên Mewlûda Nebî

MÊRDÎN - Li mektebên Kerborana Mêrdînê ji teref xwendekaran ve bernameyên Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.

Bernameyên Mewlûda Nebî li herêmê bê navber bi şahiyeke mezin tên tertîpkirin. Li Kerborana Mêrdînê ji teref xwendekarên  Dibistana Navîn ya Ataturkê û Lîseya  Îman Xatîban a Anadoluyê  ve ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.

Bernameya ku li Dibistana Ataturkê hat tertîpkirin  bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê ji teref Beyza Akbuluta ji xwendekarên mektebê ve derbarê Qandîla Mewlûdê ve axavtineke agahdarkirinê hat kirin.

Piştî axavtina agahdarîkirinê Halîl Ustunerê ji xwendekarên mektebê helbesta bi navê “Min ji te hez kir pêxemberê min” xwend. Dû re xwendekaran îlahiyan bi deng kirin.

Piştî îlahiyên ku hatin bidengkirin Rênas Demîrê xwendekarê mektebê Mewlûda Şerîf xwend. Dû re jî Seher Kiliça ku di bernameya ku hat tertîpkirin de bûbû yekemîn  kesa pêşbirka “Ji Pêxemberê em re name” bo nameya xwe bixwîne hat vexwendin sahneyê.

Di berdewama bernamê de xwendekarên bi navê Mahmut Demîr Xutbeya Wedayê xwend û ji Seher Kiliça ku di bernameya ku hat tertîpkirin de bûbû yekemîn  kesa pêşbirka “Ji Pêxemberê em re name” re ji teref midûrê mektebê ve xelat hat dayîn.

Bername di diaya ku hat xwendin bi dawî bû.

Xwendekar û mamoste beşdarî bernameya ku li  Lîseya Îmam Xatîban a Anadoluyê hat tertîpkirin bûn û bername  bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Dû re jî Mewlûda Şerîf hat xwendin û xwendekaran îlahiyan bi deng kirin.

Piştî bernamê xwarin hat belavkirin  û dû re bername bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10649/li-mekteban-bernameyn-mewlda-neb 


Ê Berê Li Entabê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin
Ê Li Pey Îşxalkerên siyonîst êrîşî Xezzeyê kirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.