Firoşker û serfkarên hêkan bertek nîşanî zemê dan

Firoşker û serfkarên hêkan bertek nîşanî zemê dan

ÊLIH - Hêkfiroşên Êlihî bihabûna hêkan a li giştiyê Tirkiyê hatiyê kirin nirixandin û tepkî nîşanî vê rewşê dan. Tomerîfiroş û serfkarên hêkan destnîşan kirin ku sedema bihabûna van hêkan tev koperatîf in.

Ev nêzîkê mehekê ye li hêkan ji sedî 45 zem hatiye kirin. Tomerîfiroşên hêkan ên Êlihî îdîa dikin ku hin kes li ser bihayên hêkan rantê bi dest dixin.   

Di nava mehekê de li koliya hêkên  ku 30 heb hêk tê de bûn ji sedî 45 zem hat kirin. Tomerîfiroşên hêkan îfade dikin ku di mehên zivistanê de hêk pirtir dibin û ew qas zêdebûna bihaya hêkan nayê qebûlkirin, divê hikumet di cî de dest bavê vî îşî û çareserîyekê ji vê dirûmê re bibîne.

Zîya Ulhak Yamaçê ku li Êlihê di sektora hêkan de dixebite dest nîşan kir ku 4 tiş bûne sedemê bihabûna hêkan û dû re wisa berdewam kir: “Çar sedemên zêdebûna bihayê hêkan hene. Ji van yek mesela erz û telebê ye, hin kesên vî îşî dikin pê dilîzin û beşa vî îşî yê siyasî jî heye. Li Tirkiyê hêk wek depoya proteînê tê dizanîn û xelk gelek ehemîyetê didinê. Hêk ji zengînan heta feqîran ji teref her kesî ve tên xwarin. Bi taybet bihabûna hêkan malbatên ku zarokê wan diçin mektebê zêdetir di bin bandora xwe de dihêle. Li Tirkiyê hêk zêde ne, em di asteke ku em dikarin hêkan îxrac bikin de ne. Ser meselê em nikarin bibêjin em dikarin goştê sor îxrac bikin. Hêk ne wisaye em dikarin hêkan îxrac bikin.

Yamaç bal kişand ser xwerina hêkan û îfade kir ku hêk her tim ji teref her kesî ve tên xwarin û weha got: “Di warê telebê de di navbera havîn û zivistanê de tu ferq tuneye. Havînî jî nêzîkî 300 TIR hêk dihat îxrackirin û niha zivistane jî nêzîkî 300 TIR hêk tên îxrackirin. Li gor havînê niha hilberîna hêkan zêdetir e, lewra ji ber zivistanî hêk zêde xera nabin kesên vî îşî dikin zivistanî zêdetir hilberînê dikin. Ji ber vê yekê qismek bihabûna hêkan li gor telebê zêde bûye.”

“Sermiyanê hilberîna hêkan 5 lîre ye lê  belê li piyasê bi 15 an 20 lireyan tên fitotin”

Yamaç îfade kir ku li Tirkiyê du qoperatîf bihayê hêkan eşkere dikin û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Ya ewil li Afyonê qoperatîfa Başmakçi ya duduwan jî li Kayserîyê qoperatîfa Kaytaşê ye ew bi fiyetê hêkan dilîzin. Ew dixwazin bihayê zêde bikin. Bi plan û projeyan vana dikin. Ji ber vê yekê sedema li Tirkiyê  hêk biha dibe ev her dû qoperatîf in. Qoperatîfa Başmakçi ya Afyonê û Kaytaşa Kayseriyê ji derveyî piyasê biha eşkere dikin û bihayê hêkan zêde dikin. Ew kesên hilberîn û kesên serfkar diltirs dikin. Sermiyanê hilberîna hêkan 5 lîre ye, lê  belê li piyasê bi 15 an 20 lireyan tên firotin. Ev bihayekî zêde zêdeye. Heta niha divê hikumetê dest avêtiba vê dirûmê, lê derdikeve holê ku kesên ji vî tiştî berpisyarin heta niha di xew de ne. An jî em difikirin ku fêda wan jî di vî îşî de heye”.   

Yamaç îfade kir ku divê hikumet destbavêje vî îşî û wisa got: “Em difikirin ku zêdebûna bihayê hêkan temamê civakê dixe bin bandora xwe û kesên feqîr û dewlemend jî, ji vê nesîbê xwe digrin. Dema bihayê hêkan zêde dibê, gel tepkî û bertekan nîşanî hikumetê dide. Lewra hêk jî tiştekî wek nan zerûrî ye. Ji ber vê yeke divê bingeha vî tiştî baş bê fêmkirin. Bi caran ji saziya reqabetê re gilî hat kirin, lê tu çareserî ji vî îşî re nedîtin. Di vî warî de ne hikumet ne sektora taybet û ne jî qoperatîf nikarin bi tena serê xwe biryara bihayê tiştekî eşkere bikin. Mixabin li Tirkiyê du qoperatîf, kesên ku hilberînê dikin dikarin bixapînin. Bi vî awayî ranteke mezin bi dest dixin. Ev bihayekî bê binîye. Ger hikumet dest bavê vî îşî dibe ku çareserîyek bê dîtin”.

“Divê hikumet demildest çaresereyekê ji zema hêkan re bibîne”

Ji welatiyan Salîh Kaya jî derbarê zema hêkan de tepkî nîşan da û got: “Em li dijî zema li hêka hatiye kirin bi tepkî ne. Ez wek bavê zarokan mecbûrim ji bo proteyînê hêka bidim zarokên xwe. Em hêka didin zarokan lê bihayê wê zêde bûye û em zehmetiyê dikşînin. Ji ber vê yekê em bertekan nîşan didin, ma ev zem dê heta ku herin. Çi qas bo me zehmet be jî em hêkan distînin;lê belê ka kesên feqîr dê çawa bikin. Di warê vê zemê de lazime hikumet demildest dest bavê vî îşî. Divê kesen karbidest vê dirûmê dirust bikin. Lazime bihayê hêkan bên dirustkirin. Bi taybet kesên feqîr ji bo proteînê dikarin hêkan bikirin. Bi vê zemê re dema nikaribin hêkan bikirin ka wê çi bixwin. Ma bila kesên feqîr ji birçîna bimrin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10659/firosker-serfkarn-hkan-bertek-nsan-zem-dan 


Ê Berê Îşxalkerên siyonîst êrîşî Xezzeyê kirin
Ê Li Pey Li Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.