Li Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat

Li Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat

Tahran - Li parêzgeha Kirmanşaha Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat.

Li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê  li parêzgeha Kirmanşaha Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat.

Erdhej îro di derdora seat 06.02an de li 58emîn kîlometre dûrahiya Kirmanşahê pêk hat.

Ji ber erdhejê şêniyên Kirmanşahî ji malên xwe derketin û xwe berdan kolanan.

Saziya Rewşa Bi Lez a Îranê jî derbarê mijarê de hat ragihandin yekîneyên rizgariyê yên ku hatine şandin bajarên bi navê Raver, Şehdad, Kirman, Kuhbenan û Golbafa ku erdhejê tesîr li wan hiştiye xebatan dikin û li gor encamên xebatan heta niha 42 kesên ku rewşa wan negirana hatine rakirin nexweşxanê.

Hata ragihandin kesên ku birîndar bûne ji ber îzdîhama ku di dema erdhejê de pêk hatiye de birîndar bûne.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10663/li-ran-di-mezinahiya-61an-de-erdhej-pk-hat 


Ê Berê Firoşker û serfkarên hêkan bertek nîşanî zemê dan
Ê Li Pey “Em husrana bikaranîna ilmê ya di rêya xelet de dijîn”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.