Li Ewrûpayê nifûsa Mislimanan dê zêde bibe

Li Ewrûpayê nifûsa Mislimanan dê zêde bibe

Li gor daneyên Navenda Lêkolînê ya Pewê ger welatên Ewrûpayê temamê sînorên xwe ji penaber û koçberan re bigre jî ew ê hejmara Mislimanan di nava 30 salên pêşîya me dê zêde bibe.

Li gor daneyên Navenda Lêkolînê ya Pewê ya ku navenda wê li Wasahingtonê ye  hejmara Mislimanan  di sala 2016an de ji sedî 5ê nifûsê Ewrûpayê bû. Li gro daneyên ku ji teref navenda lêkolînê ve hatine weşandin ger welatên Ewrûpayê temamê sînorên xwe ji penaber û koçberan re bigre jî ew ê hejmara Mislimanan di nava 30 salên pêşîya me dê zêde bibe.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Lêkolînê ya Pewê ve hatiye weşandin de hat diyarkirin nifûsa Mislimanên li 30 welatên Ewrûpayê tev de 25 milyon û 800 hezar e û ger bes koç çênebin ew ê  heta 2050î  nifûsa Mislimanan li welatên Ewrûpayê derkevî ji sedî 7,4an û ger koç çêbibin dê derkeve ji sedî 11,2an.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10673/li-ewrpay-nifsa-mislimanan-d-zde-bibe 


Ê Berê “Xizmetên medreseyan jimartinê nayê qedandin”
Ê Li Pey “Cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.