Zilamê kal bi pereyên sexte xapandin

Zilamê kal bi pereyên sexte xapandin

Li Silopîya Şirnexê kesên sextekar pereyên welatiyekî bi pereyên sextekar guherandin û zilamê kal xapandin.

Welatîyê bi navê Saîd Baltaci piştî ku ji bankê meaşa xwe ya teqawîdîyê kişand re xwest ku biçe mala xwe, lê belê kesên sextekar ên ku navê wan nediyar e  hatin ba Saîd Baltaci û pereyên wî yên teqawîdbûnê bi pereyên sexte guherandin.

Baltaci ji dizîna pereyên wî yên teqewîdbûnê re bertek nîşan da û xwest ku kesên sûcdar bê girtin. Baltaci di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên sextekar hezar û 400 lîreyên wî bi pereyên sexte guherandine.

Baltaci di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Min meaşa xwe ya teqawîdê ji bankê kişand û ez ber bi malê ve diçûm. Wesayîtek nêzî min bû û min jê re got ku hêdî here da ku av nepişeke li ser min. Şofêr sekinî û ji min re got ku ‘tu diçî kû?’ Min jî jê re got ku ez diçim camiyê. Wî jî ji min re  got ku ‘were ez te bibim camiyê.’ Piştî ku ez li wesayîtê siwar bûm re pereyên min bi zorê ji min stand û yên sexte da min. Ez nizanibûm pere sexte ne û min pereyan xist berîka xwe. Ez dû re hîn bûm ku pere sexte ne û min xeber da polêsan. Ez dixwazim sextekar bên girtin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10677/zilam-kal-bi-pereyn-sexte-xapandin 


Ê Berê Wezareta Tenduristîyê derbarê bihaya dermanan de daxuyanî da
Ê Li Pey Li rejîma terorê li dijî Netanyahu ‘Meşa Şermê’

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.