Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de daxuyanî da

Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de daxuyanî da

Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de diyar kir “ Ew xeberên ku tê de tê diyarkirin ew ê birêveberîya Amerîka Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas bike bi fikar in.”

Kalin di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ‘Ev yek li dijî statuya dîrokî û dînî,  peymanên navneteweyî û qerarên Neteweyên Yekbûyî ye’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Gaveke wisa dê pêvajoya aştîyê ya Rojhilata Navîn ji binî holê rabike û dê bibe sedem ku rageşî û pevçûn zêdetir bibe. Em hêvî dikin ku birêveberîya Amerîka vê xetaya wehîm neke. Parastina statuya Quds û Harema Şerîf gelekî muhîm e û ev yek eşkere ye.”(ÎLKHA)

: http://ku.ilkha.com/haber/10703/berdevk-serokomary-kalin-derbar-quds-de-daxuyan-da 


Ê Berê “Statuya Quds û Harema Şerîf bi hevpeymanên navneteweyî hatiye diyarkirin”
Ê Li Pey “Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.