“Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min”

“Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min”

Mela Emîn Ulutaşê ku derbarê cezaya hepsê ya ku ji endam û mudawîmên Şaxa Toplum-Dera Êlihê re hat dayîn nirxand derabrê mijarê de diyar kir “Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min.”

4 jê pîrek tev de 12 kesên ku endam û mudawîmên  Şaxa Toplum-Dera Êlihê ya ku di sala 2003an de hat vekirin û di sala 2011an de hat girtin re tev de 56 sal û 4 meh û 15 roj cezaya hepsê hat dayîn. Mele Emînê Botîkî yê ku ew bi xwe jî di anv wan kesên ku ceza ji wan re hatiye dayîn de ye derbarê hinceta cezaxwarina xwe de nirxandinan kir û diyar kir “Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min.”

Mele Emîn Ulutaş di destpêka axavtina xwe de qala rabûrdûya xwe kir û dû re qala pêvajoya darizandin û cezaya ku jê re hatiye dayîn kir.

Ulutaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî vê 4 salan hatiye binçavkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sedema binçavkirina min wek hinek xebatên yasayî yên vê komelê hatin nîşandan. Komele komeleyeke fermî bû û temamê xebatên wê dihat kontrolkirin. Daxuyaniyên ku dihatin dayîn jî di bin çavderîya polêsan de bûn. Tu tiştekî ne qanûnî tunebû. Ez jî wek mêvan diçûm wê derê. Ez 3 rojan li Midûrtîya Ewlehîyê ya Êlihê de di binçavîyê de mam. Dû re em  hatin berdan. Di sala 2013an de em 7 caran çûn Mahkemeya Cezaya Giran a Diyarbekirê û me îfade da û me serê xwe qet bi tiştên ku diqewimin nêşand û me qey got hemû tişr xelas bû.”

 “Ji ber ku ez bi du xebatkerên komelê re çûm taziyê ji min re ceza hat dayîn”

Ulutaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo jê re ceza bê dayîn tu sedemên derbasdar tunebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ji me re ceza hat dayîn em şaş man. Ji ber ku ez bi du xebatkarên komelê re çûm taziyê, ji ber ku dîsa navên man di rehbera telefona min de qeydkirî bûn û ji ber ku Kovara Mîzgînê û kitêba bi navê Yetîmên Ummeta Îslamê Kurd hebûn ev yek wek hincet hatin nîşandan û ji  min re ceza hat dayîn.”

 “Biya min ji ber ku min derhewê Fethullah Gulen de nivîs nivîsand ji min re ceza hat dayîn”

Ulutaş diyar kir sedema sereke ya ku pê jê re ceza hatiye dayîn Fethullah Gulen  e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev nivîsa ku di sala 2010an de hat nivîsandin hinek endamên ewlehîyê aciz kir. Wê demê min di rojnameyeke mehelî ya li Êlihê de dinivîsand. Wê çaxê Fethullah Gulen derbarê Mavî Marmareyê de gotibû ‘We çima ji Îsraşl destûr nexwast?’ hebû. Min li ser vê yekê got ku Fethullah Gulen ji kî re xizmetê dike. Biya min ji ber ku min derhewê Fethullah Gulen de nivîs nivîsand ji min re ceza hat dayîn.”

Ulutaş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ceza ku ji wan re hatiye dayîn bi fikr û hurrîyetê re têkildar e, hemû kes beraat dikin lê bes ew tên cezakirin.

ÎLKHA


Ê Berê Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de daxuyanî da
Ê Li Pey “Ger dosya bên kontrolkirin mexdûriyet dê bi dawî bibin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.