“Ger dosya bên kontrolkirin mexdûriyet dê bi dawî bibin”

“Ger dosya bên kontrolkirin mexdûriyet dê bi dawî bibin”

Serokê Baroya Êlihê Abdûlhamît Çakan bal kişand ser mehkûmên ji ber qûmpasên FETO hatine mexdûrkirin û got: “Heger dosyê wan ji nû ve bên kontrolkirin em bawer dikin ku wê mexdûriyet bên bidawîkirin.

“Malbatên mehkûman serî li me didin û mexdûriyetên xwe tînin ziman”

Çakan destnîşan kir ji teref  FETO ve gelek kes bi şikleke ciddî hatine mexdûrkirin û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Di demên dawî de dem bi dem malbatên kesên di dawiya salên 90î heta salên 2000an bi sedem FETO hatine mexdûrkirin serî li me didin û mexdûriyetên xwe tînin ziman. Bi taybetî li Êlihê kesên di darizandina de neheqî lê hatine kirin û bi edalet nehatine darizandin tên ba me, neheqîyê hatine serê wan û mexdûriyetên hatine kişandin tînin ziman. Di warê van mexdûriyetan de em jî dizanin neheqiyên cidî hatine kirin.”

“ Bi delîlên ku hatin çêkirin û ji ser îhtîmalan bûn sedema mehkûmîyeta me ”

Çakan di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku lazim e guh bê dayin mexdûriyetên malbatên ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin û telebên wan yên însanî bên nirxandin û weha got: “Wek îro derket holê rêxistinek wek FETO hebû û vê rêxistina FETO, di emnîyet û darizandinê de darizandinên bê edalet kirine. Em ji van re dibêjin mexdûrên FETO. Malbatên ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin dixwazin ji nû vê bên darizandin. Malbat dibêjin ji ber vê rêxistinê em bi awakî adil nehatine darizandin. Endamên vê rêxistinê yên wê demê wezîfedar bûn tev niha ya ji wezîfê hatine dûrxistin an jî hatine girtin. Ev kes bi ser meselan, li gor fikra xwe, li gor şîrovekirina xwe û hin caran jî ji ber xwe ve delîl çêdikirin û eme mexdûr dikirin û bûne sedemê mehkûmiyeta me. Em dixwazin ji nû ve bên darizandin. Bila şahid û delîl dîsa werin nirxandin. Divê endamên dadgehên îro van dozan dîsa ji nûve şîrove bikin. Ev mafên wan yê însanîye û telebeke di cîdeye.”

“Edaleta ku dereng maye ne edalete”

Çakan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser darizandina ji nû ve û got: “Lazime tiştên pêwîst di vî warî de bên kirin.”

Çakan axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir û got: “Niha em dinêrin di hakim, dozger û mensûbên me yên ewlehîyê de hejmar kêm bûye. Sedemê vê ya ewil teşebusa 15 Tîrmehê û piştî wê jî derxistina holê ya rêxistina FETO ye. 4 hezar hakim û dozger ji wezîjê hatin îxrackirin. Hinek wezîfedarên emniyetê yên paye bilind hatin girtin an jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Telebên malbatên kesên mexdûr hem însanî ye hem jî mafdar in. Divê demildest ev dirûm bê çareserkirin. Hewce bike di vî warî de lazim e komîsyonek bê ava kirin û di warê van mexdûriyetan de xebat bên kirin. Edaleta ku dereng maye ne edalete. Lazim e li ser vê dirûme baş bê sekinîn. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10699/ger-dosya-bn-kontrolkirin-mexdriyet-d-bi-daw-bibin 


Ê Berê “Ji ber ku min got ‘Fethullah Gulen ji kî re xizmet dike?’ ceza dan min”
Ê Li Pey “Qûds bo Mislimanan xeta sor e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.