“Qûds bo Mislimanan xeta sor e”

“Qûds bo Mislimanan xeta sor e”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bang li Amerîka kir û got Qûds bo Mislimanan xeta sor e.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna komî ya TBMMê de axavtinek kir.

Erdogan di axavtina ku di TBMMê kir de diyar kir Qûds xeta sor a Mislimanan e û destîşan kir ger Serokê Amerîka Donald Trump di warê Qûdsê de gav bavêje ew ê jî Lûtkeya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li Stenbolê bicivînin.

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Qûds bo Mislimanan xeta sor e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê ev yek bibe sedem ku em pêwendîyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê qut bikin. Em ji vê derê Amerîka îqaz dikin. Hûn nikarin gavekî wisa bavêjin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10706/qds-bo-mislimanan-xeta-sor-e 


Ê Berê “Ger dosya bên kontrolkirin mexdûriyet dê bi dawî bibin”
Ê Li Pey Qedexeya wîzê ya 6 welatên Îslamê ya ku ji teref Trump hatibû ragihandin hat tesdîqkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.