Serokwezîr Yildirim qerara Trump a Qudsê wek ‘derehiqûqê’ wesfand

Serokwezîr Yildirim qerara Trump a Qudsê wek ‘derehiqûqê’ wesfand

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku ji bo ziyaretinan çûbû Koreya Başûr derbarê qerara Trump a derbarê Qudsê de diyar kir ew ê ev gav li derehiqûqê bimîne.

“Ev qerar dê li dervehiqûqê bimînin”

Yildrim di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêj ku rê nêz e divê jê vegerin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me bihîst ku ew ê Serokê Amerîka Trump daxuyanîyeke ku dê pê statuya hiqûqî ya Qudsê bê guhartin bike. Tê diyarkirin ku Amerîka dixwaze sefareta xwe veguhêzîne Qudsê û Qudsê jî wek paytexta Îsraîlê nas bike. Wisa yan wiha ferq nake her qerara jî dê li derveyî hiqûqê bimînin û dê bibin sedem ku li herêmê problem zexm û dijwartir bibin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10718/serokwezr-yildirim-qerara-trump-a-quds-wek-derehiqq-wesfand 


Ê Berê Encamên îmtîhanên perwerdehîya ji derve hatin eşkerekirin
Ê Li Pey “Ger civak bi Îslamê neyê îdarekirin ji dêla edaletê ve dê qala zilmê bê kirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.