Abbas: Em ê bo Qudsê şer bikin

Abbas: Em ê bo Qudsê şer bikin

Serokê Dewleta Filîstînê Mahmud Abbas destnîşan kir ew wê qerara Trump a Qudsê wek paytexta îşxalkeran red dikin û diyar kir ew ê bo Qudsê şer bikin.

Abbas di daxuyanîya ku  da de destnîşan kir ev bo şerekî olan derxînin hincetekê digerin û dû re wiha got:  “Ev bi salan e ku Amerîka xwedî erkekê bû. Ev yek tê wateya îsraîl bi mukafatkirinê. Ew ê ev yek ji rêxistinên radîkal re bibe alîkar. Ev bo herba olan derxînin bihaneyekê digerin. Ew ê ev yek bibe şereke navneteweyî ya ku dawî lê neyê. Me hertim hewil da da ku ev tişt nebin. Me ji bo aştîyê, ji bo terikandina axên ku hatine îşxalkirin û ji bo Fîlîstîneke serbixwe xebîtî.”

Abbas di dawîya axavtina xwe de diyar kir qerara Trump dê statuya Qudsê nedê guhartin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Quds paytexta dewleta Fîlîstînê ye.  Qerara Trump dê statuya Qudsê nedê guhartin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10733/serok-dewleta-filstn-abbas-em-bo-quds-ser-bikin 


Ê Berê Yapicioglu: Misliman dê nîşan bidin ka Trump ehmeqîyeke çawa kiriye
Ê Li Pey Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.