“Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be"

“Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Komeleya Mafên Xerîdaran destnîşan kir bo mexdûrîyet çênebin pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Komeleya  Mafên Xerîdaran Nîyazî Kavar  destnîşan kir bo mexdûrîyet çênebin pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.

Kavar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir TEDAŞ û DEDAŞ  şîrketên belavkirinê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber wê yekê karekî wan kontrolkirina qeçaxê jî heye. Di vê bergehê de ew bi teref in. Lewra kesê firoşker ew in. Fîrmaya firoşker a ku tespîta rewşê dike ji ceyrana ku difiroşê parayan qezenc dike. Bo zirarê neke li gor xwe tedbîrinan distîne. Li vê derê ji xwe di holê de ye ku ew bi xwe bi teref.”

Kavar di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê DEDAŞ bibe mekanîzmeyeke ewlehîyê ya bê teref û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di warê tespîtkirina ceyrana qeçax de welatî gazin û gilîyan dikin. Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10738/pwst-e-tespta-ceyrana-qecax-di-bin-cavderya-sazyeke-xweser-de-be 


Ê Berê Di TBMMê de bo Qudsê danezaneke hevpar hat belavkirin
Ê Li Pey “Qerara Şeytanê Mezin li hember tevahîya Mislimanan îlana herbê ye"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.