Qeydên hecê dê di 21ê Kanûnê de dest pê bikin

Qeydên hecê dê di 21ê Kanûnê de dest pê bikin

Ji bo kesên ku dê cara ewil biçin hecê ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve di navbera 21-29ên Kanûnê de dê xebatên qeydê bên destpêkirin.

Derbarê mijarê de ji teref miftîtîyê ve di xutbeyên Înê de agahdarî hat kirin û hat ragihandin ew ê di navbera 21-29ên Kanûnê de dê xebatên qeydê bên destpêkirin.

Miftîyê Bajêra Mêrdînê Îsmaîl Çîçek derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“Kesên ku cara ewil qeyda xwe bidin kirin dê di navbera 21-29ên Kanûnê de serîlêdanê bikin”

Çîçek di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir kesên ku dê cara ewil qeyda xwe bikin dê 20 lîreyan razînin banqê û dû re wiha axaivî: “ Welatîyên me dikarin di navbera 21-29ên Kanûnê de him ji ser malpera me ya înternetê http://hac.diyanet.gov.tr  û him jî dikarin li miftîtîyên me serîlêdana hecê bikin.” (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10836/qeydn-hec-d-di-21-kann-de-dest-p-bikin 


Ê Berê Ji alimên Kurdistanê bo Qudsê banga wehdetê
Ê Li Pey Diyarbekir amadehîya “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.