Ji diyanetê derbarê “zewaca di emrê biçûk” de daxuyanî

Ji diyanetê derbarê “zewaca di emrê biçûk” de daxuyanî

Hatibû îddîakirin ku Serokatiya Kar û Barên Diyanetê derbarê “zewicandina zarokên keçik a di emrê biçûk de” daxûyanî daye. Ev xeber ji teref serokatiyê ve hat derewandin.

Serokatiya Kar û Barên Diyanetê derbarê îdîaya ku “mimkun e keçikên zarok di emrê xwe yê bi çûk de bên zewicandin” de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya ku ji teref diyanetê ve hat kirin de hat îfade kirin ku: “Li gor xebera ku di hin çapemenî û weşanan derket de qaşo diyanetê gotiye ‘meriv dikarin zarokên keçik di emrê wan yê biçûk de bizewicîne’ ev qethiyen ne raste û xeberek bêbinî ye.”

Hat îfadekirin ku ferhenga ku ji teref diyanetê ve hatiyê amade kirin ji teref hin kesan ve hatiye şewişandin û derxistina îdîayek wisa ya bêbinî bi tu awayî nayê îzahkirin.  

Di dawiya beyanatê de hat  îfade kirin ku: “Di dînê Îslamê de heta zarokê keçik negêje emrê ruşd û ne bi riza û îrada wê be ev di dînê me de nikare bi zorê bê zewicandin. Mixabin serokatiya me di tu dem û zemanî de destûra zewaca emrên bi çûk nedaye û wê nedê jî.” (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11018/ji-diyanet-derbar-zewaca-di-emr-bick-de-daxuyan 


Ê Berê Li Bidlîsê tirbên PKKyîyan hatin vekirin
Ê Li Pey Ji Wezîrê Karên Derve daxuyanîya PKKê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.