13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin

13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin

DIYARBEKIR - Li Diyarbekirê 13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin.

Di wan operasyonên ku di wan rojên borî li  Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û hat îddîakirin bi belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê.

Di bergeha delîl û daneyên ku hatine bidestxistin de 53 kes bi îddîaya ku ji PKKê re desteka maddî kirine hatin binçavkirin û ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di  operasyonên ku di wan rojên borî li  Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û  bi van belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê ku ji van kesan tev de 53 kes hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin û 40 kes jî hatin berdan.

Her wiha hat ragihandin ji hinek şîrketên ku hatine testpîtkirin ji PKKê re alîkarîya fînansî kirine re qayyûm hatiye tayînkirin.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11027/13-sikdarn-ku-di-war-fnans-de-ji-pkk-re-alkar-kirine-hatin-girtin 


Ê Berê Zama sala 2018an a memûr û kesên teqewîdbûyî diyar bû
Ê Li Pey Medrese ya dîrokî bû mekanê serxweşan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.