Medrese ya dîrokî bû mekanê serxweşan

Medrese ya dîrokî bû mekanê serxweşan

MÊRDÎN - Li Mêrdînê Medresa Qasimiye ya dîrokî ya ku her roj bi hezaran kes ziyaret dike bûye wek mekanê araqvexwaran. Karbidestên Komeleya Parastina Qedrê Merdîn û Jiyandina Wê bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin ku di cî de tedbîr bên girtin.

Medreseya Qasimiye ya ku li navçeya navend ya Artûklûya Mêrdînê ye û 550 salî alim û zana mezin kiriye ji ber bê eleqeblûnê bûye wek mekanê serxweş û araqvexwaran. Rayedarên saziyên sivîl bertek nîşanî vê rewşê da û xwestin ku di cî de tedbîrên pêwist bên girtin.

Seyahên tên bajarê dîrokî ziyaret dikin berya Medreseya Qasimiyê ya 700 sali ziyaret nekin ji bajêr naçin. Lê belê ji ber bê xwedîbûnê medrese ya dîrokî bûye wek mekanê serxweşan.

Medreseya ku 550 salî bê navber alim û zana di warê fen, astronomî û tipê de mezin kir û perwerdehî da, heta niha ji nîşanên van ilmana li ser dîwarê medresê hene.

Medreseya ku di zemanê hikumdarê Artûklûyê Siltan Îsa de hatibû destpêkirin û di zemanê Tîmûr de ji ber êrîşên Mogula çêkiririna wê di nivî de mabû. Di sala 1469an de ji teref siltanê Akkoyûna Siltan Kasimê kurê Cîhangîr ve hatibû temamkirin.

Di zemanê li medreseyê hindekarî dihat kirin medrese navenda herî girîng bû di medreseyê de qebrek, kaniyek û 23 polên dersê hene. Medrese ya ku li ser du kata hatiye înşakirin digel mizgeft û tirbekê bi şiklê kuliye kê hatiyê avakirin.

Li gor rîwayetan siltanê Akkoyûna Siltan Kasimê kurê Cîhangîr di medresê de ji teref apê xwe hatiye qetilkirin. Piştî Kasim paşa hat kuştun xuşka wî xwîna wî di gel feryad û fîxanan bi dîwarê heywana medresê da. Digel ev 548 sal derbas bûye hê jî şûna xwînê lê dîwaran heye.

Ava ku di hewşa hewzê medresê de diherike teswîrkirinek tesewifî dide nîşandan. Herikandina evê wek ji dayik bûn heta mirinê teswîr dike. Eva ku ji kaniyê derdikeve wek ji dayik bûn, ciyê ku dikevê wek ciwanî û ciyê ku av li kom dibe wek mirinê tê teswîrkirin. Piştî vana teva ev ava bi cihokan pê ax tê avdan û ji nû ve jiyanê dibîne.  

Kesên ji dûr û nêzîk ve tên ziyareta medresê herî zêde li ser xwîna sor ya li ser keviran disekinin û ji wezîfedaran agahiyan digrin. Di nava hefteyê de rojê di navbera hezar û hezarû 500 kes medresê ziyart dikin û di dawiya hefteyê de jî 2-3 hezar kes ziyaret dikin. Kesên nû dizewicin ji bo wêneyan tên medresê û li wir wineyan dikşînin.

Lê belê di demên paşî de tê ditin ku medrese bûye wek mekanê serxweş û araqvexuran. Derdora medresê bi şûşeyên araqê tijiye hem kesên ziyaretvan û hem jî xelkê mêrdînê ji vê rewşê re bertekdarin.

“Bila kesên rayedar gavek berî gavekê tedbîran bigrin”

Serokê Komeleya Parastina Qedrê Merdîn û Jiyandina Wê Mehmet Beşîr Guneş bertek nîşanî vê dirûmê da û bangî desthilatdaran kir ku lazime di cî de tedbîr bên girtin.

Guneş, destnîşan kir ku Mêrdîn digel avahî û berhemên xwe bajarekî dirokiye, lazeme ev berhemên dirokî yên wek Medresa Qasimiye yê bên parastin. Guneş, îfade kir ku medrese wek hêlîna ilmê ye û ev avahî layiqî şana herêma Mezepitamyayê ye.

“Tiştên ku em dibînin me zêde xemgîn dike”

Guneş di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku medreseyek ku wek hêlîna ilmê tê naskirin bûye wek mekanê serxweşan ev jî me ji kûr de mehzûn dike û wisa got: “Cikî wisa yê ku ji teref her kesî ve wek hêlîna ilmê tê zanîn û her roj bi hezaran kes ziyart dike ji teref hin kesan ve ji bo kêf û zewqa xwe bi aweyên din tê bikaranîn me zaf mehzûn dike. Ne tenê me mehzûn dike tamamê Mêrdîniyan mehzûn dike. Lewra dema tê gotin Mêrdîn tiştên herî ewil tê heşê meriv Medreseya Qasiye yê ye. Turîstên ku ji derve tên di serîde Medreseya Qasimiyê ziyaret dikin. Niha hin kes dixwazin vê bi aweyên din bikar bînin ev jî me ji kur ve mehzûn dike.

“Lazime lewheyê hişyariyê bê danîn û polês her tim dewriyê bigerin”

Guneş, xwest ku ji vê pirsgirê kê re çareseriyek bê dîtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lazime li derdora medreseyê lewhayên hişyariyê bê daliqandin û hertim polês li derdora medresê dewriyê bigerin. Wêneyên li derdora Medresa Qasimiye yê derdikeve holê nelayiqî Mêrdînê ye û Mêrdîn vê qet heq nake. Tiştên ku tê kirin ne biawakî însanî ne Îslamî û ne jî wek Mêrdînî bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Ziyaretvanên hatin derên dîrokî yên Mêrdînê ziyaret bikin bangî rayedaran kiri ku bila li ciyên dîrokî xwedî derkevin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11030/medrese-ya-drok-b-mekan-serxwesan 


Ê Berê 13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin
Ê Li Pey Serokomar Erdogan li ser telefonê bi Rûhanî re axivî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.