Gundê Hacîyan li mamosteya xwe ya ku ji ser tesetturê tê hedefgirtin xwedî derketin

Gundê Hacîyan li mamosteya xwe ya ku ji ser tesetturê tê hedefgirtin xwedî derketin

Li gundê Hacîyan yê ku girêdayê navçeya Bozovaya Rihayê di bernameyekê de ji ber zarokan xwe nixumandibû hin kesan mamosteya gund wek hedef dabûn nîşandan, li ser vê yekê xelkê gund bertekên tund nîşanî wan kesan dan.

Li gundê Hacîyan yê ku girêdayê navçeya Bozovaya Rihayê li Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de ji ber ku zarokan xwe nixumandin hin dezgehên weşan û çapemeniyê mamosteya gund wek hedef dabûn nîşandan, li ser vê yeke ehlê gund tepkî nişanî nûçeyên hatine kirin dan û îfade kirin ku ev nûçeyên hatine kirin bi niyetek baş nehatiye kirin.

Li Dibistana Navîn ya Îmam Xetîba gundê Hacîyan mamosteya Çanda Dînî Gamze Îlîn piştî bernameyekê weneyên xwendekaran yê nuxumandî li ser malpera sosyalê belav kiribû, li ser vê yekê hin dezgehên weşan û çapemeniyê yên ku ji hîcabê nerehet bûn bi sernava wek “Perwerdehî hat nuxumandin” xeber weşandin, li ser vê yekê ehlê gund bertek nîşanî wan xeberan dan û fikr û ramanên xwe ji nûçegîhanê ÎLKHA yê re parve kirin.

Muxtarê gund Seydî Dûrûn destnîşan kir ku xeberên di çapemeniyê de derketine em pir mehzûn kiriye û xeberên hatine çêkirin tev bê binîye û wisa got: “Di serî de ez dixwazim vê bibêjim van xeberên bi vî awayî em zaf mehzûn kirin. Lewra tiştên li ser medyaya civakî derdikeve holê heşa wek mamosteya me tiştên wek derexlaqî nîşanî xwendekaran daye dixwzin bidin nîşandan. Zarokên me ji xwe tev di Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê de perwedehiyê dibînin. Ji xwe wezîfa mektebê dersa Çanda Dînî bide zarokên me, lê belê mixabin tiştên li ser malpera civakî derdikeve holê wek mamosteya me tiştekî derexlaqî nîşanî xwedakara daye didin nişandan.”

“Mamosteya me niyeta wê baş e”

Dûran, îfade kir ku xeberên mamosteya me di bin zenê de dihêle nayê qebl kirin û wisa got: “Di şûna mamosteya me were pîrozkirin, tu dibêje qey tişteqî derexlaqî nîşanî xwendekaran daye wisa didin nîşan dan, ev ne niyetek başe. Em bawerin mamosteya me xeyretkare û niyeta wê jî başe. Ji wexta dest bi wezîfê kiriye heta îro her tim ji zarokên me re bûye mînak û me tu kesî tu pisgirêk ji wê nedîtiye. Di heqê mamosteyek me ya wisa de ew xeberên em di çapemeniyê de dibînin me zaf mehzûn dike.”

“Mamosteyek me ya teqdîra me girtiye em li cem mamosteya xwe ne”

Muxtarê gund Dûran, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku heta roja îro mamosteya me ya Çanda Dînî bi zorê tu kes nenuxumandiye û niştekî wisa ne merseleye û wiha got: “Ji xwe mekteba me Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê ye û mamosteya me jî mamosteya Çanda Dînî ye. Helbet mamote  mecbûre van tiştana bibêje. Mamosteya me bi zorê an bi awakî din bi tu şiklî zordarî nedaye ser xwendekarên me û tiştekî wisa ne merseleye. Bernameya hat çêkirin li ser xwestina xwendekarên me û bi destûra weliyên me hat tertîpkirin. Ji ber ku ew ronahî û xweşik bûn kêfa mamosteya me jê re hatibû li ser malpera sosyal parve kiribû. Di vî warî de em dixwazin her kes ji tiştên mamosteya me mehzûn bikin bila xwe dûr bixin. Mamosteya me ji bo me bi xatire. Ji ber wezîfa xwe dike teqdîra temamê gund qezenc kiriye û em wek gund tev li ba mamosteya xwe ne.”

Xwendekar :Em ji mamosteya xwe hez dikin û em gelek tişt ji wê hîn bûn

Xwendekaran îfade kirin ku ji ber di heqê mamosteya wan de xeberên bê binî ketine çapemeniyê ew pir xemgîn bûn û ew pir ji mamosteya xwe hezdikin û ew ji mamosteya xwe zaf memnûn in.

Xwendekaran destnîşan kirin ku xeberên di çapemeniyê de derketine tev bê binî ye, heta îro ne malbata me ne jî mamosteya me tu zext û zordarî li wan nekiriye da ku ew xwe binixumînin. Mamosteya wan ji bo wan çi ji destê wê tê dike û ew ji wan re dibe mînakek baş. Di warê dersan de jî xwendekar ji mamosteyan xwe zaf memnûnin lewra pir ehemiyetê dide dersên xwe. Xwndekaran îfade kir ku me gelek tişt ji mamosteya xwe hîn kirine.

Xwendekaran di dawiya axaftina xwe de diyar kirin ku ji ber ku li mamosteya me îftîra hatiye kirin û heger mamosteya me bê guherandin emê zaf di bandora wê de bimînin.

“Em li pişta mamostaya xwe ne”

Weliyê xwendekaran destnîşan kirin ku li ser xeberên di çapemeniyê de derketin em zaf pê xemgîn bûn.  

Ji weliyê xwendekaran Kadrî Dûran îfade kir ku ez wek gundiyekî gundê me li ser mijarek wisa hatiye rojevê vê ez mehzûn bûm û ez tiştekî wisa qethiyên baş nabînin û got: “Parlementerê CHPê Bariş Yarkadaş ev anî rojevê ez dixazim bangî wî bikim! Ma qey tu dixwaze bi vê yekê xwe bi kê bide qebûlkirin. Hûn vê qethiyên ji bîr nekin ev der beldeyek Îslamê ye û ev der dewletek Îslamê ye. Tiştê birêz Serokomar digot wek nesleke dîndar ev jî encax bi mamosteyê dîndar çêdibê.”

Dûran, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku tu pisgirêka me bi mamosteya me re tineye û ewê mamosteya xwe ji hin kesên dixwazin xwe ji hinek deran re nîşan bide re neke qurban û got: “Mamosteya me mamosteyek dîndare û em ji vê yekê re hurmet dikin. Em ji wê hezdikin û bi tiştên wisa kesên wê tînin rojevê em wan şermezar dikin.”

“Em bi mamosteya xwe ser bilindin”

Ji weliyên xwendekar Fathî Ozgul îfade kir ku bernameyek wisa li Dibistanek Navîn ya Îmam Xetîbê tertîbkirin ev tiştekî ji rêzê ye û wiha got: “Derketina bûyere wek tiştekî wisa derketina rojevê ez qet qebûl nakim û ez şermezar dikim. Di hinek ciyan de hin kes partiyên araqê tertîp dikin kes ji wan re dengê xwe dernaxin lê belê li ser nixumandinê hanîna tiştekî wisa wek rojevê û wek hedef nîşandayinê nayê qebûlkirin û qethiyên ev xelete. Mamosteya me ev 3 salê wê ye li gundê me wezîfê dike heta roja îro me tu xeletê ji wê nedîtî ye.”

Ozgul di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku ew bi mamosteya xwe serbilindin û got: “Em li pişta mamosteya xwe ne. Emê heta dawiyê jî piştgiriya wê bikin. Ez wek bavekî tiştên min nikaribû hînî zarokên xwe bikirana vê mamosteyê hînî wan kir. Nixumandin emrekî bawerîya me ye. Wek nixumandinek bi zorê heye didin nîşan dan ev qethiyên xeletiye. Mamosteyek Çanda Dînî tiştekî wisa parve bike ev tiştekî zaf normale. Lê belê rabin veye di çapemeniyê de û li berçavên milet û rêveberiya mektebê rencî de bikin ev ne tiştekî raste û ev qethiyên xelete. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11035/gund-hacyan-li-mamosteya-xwe-ya-ku-ji-ser-tesettur-t-hedefgirtin-xwed-derketin 


Ê Berê Çeteyên siyonîst îşxala xwe ya li ser Qudsa Rojhelat zexm dike
Ê Li Pey Kesê ku li hewşa nexweşxanê li jina xwe da hat girtin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.